Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, pêşbirka ku tê de Amedsporê Boluspor 6-1 têk bir, li stadyumê temaşe kir û bû şirîka coşa alîgiran.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, maça Amedspor–Bolusporê ya ku li Stadyuma Diyarbekirê hat lîstin; ligel Serokê Klûba Amedsporê Nahît Eren, parlamenter, hevşaredarên navçeyan, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û alîgiran temaşe kir.
Hevşaredar Bucak a ku pêşbirk şopand, di vê têkoşîna ku li tribunên stadyumê rastî eleqeyeke mezin hatî de, bi alîgiran re coş û kêfa serkeftinê parve kir.
Lîstikvanên Amedsporê bi pankarta ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû amadekirin û li ser "Heke av nebe, paşeroj tenê îhtîmalek e" dinivîsî derketin qadê û bal kişandin ser girîngiya avê.
Amedsporê di dawiya pêşbirkê de Boluspor 6-1 têk bir û bi vê encamê di Lîga 1emîn de puana xwe derxist 70yî û cihê xwe yê di rêza duyemîn de parast.
Amedspor, dê roja pêncşemê 9ê Nîsanê li derveyî qada xwe (deplasman) bi Eroksporê re bileyize.
Werger: Omer Dilsoz