Li ser xetên F7 û Y3 hejmara wesayîtan hat zêdekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser xetên F7 û Y3 hejmara wesayîtan zêde kir û kapasîteya veguhastina giştî xurttir kir.

Serokatiya Daîreya Veguhastinê, li gorî daxwazên welatiyan û zêdebûna rêwiyan a li ser xetan, di plana geştan de sererastkirineke nû kir. Di vê çarçoveyê de, planên geştên heyî hatin nirxandin û li her du xetan wesayîtên zêde xistin dewrê.

Bi xebata hatî kirin re, li xeta F7 wesayîtek hat zêdekirin û hejmara wesayîtan derket 4an; li xeta Y3 jî wesayîtek hat zêdekirin û hejmara wesayîtan derket 6an.

Bi vê sererastkirina nû, tê armanckirin ku welatî hêsantir veguhastina giştî bi kar bînin, demên li benda mayînê kêm bibin û xizmeta veguhastinê bi awayekî bikêrtir were meşandin.

Rêgeha Y3

Oglaklî - 500 Evler - Ronahiyên Tepeşehirê - Kolana Hashavarê - Salona Dawetê ya Piyale - Kolana Ahmet Kaya - Dibistanên Yeşil Dali - Malên Hamravatê - Kolana Heskîfê - Kolana Sêwreka Kevn - Şantiya Şaredariya Rezanê - Bulvara Qamişlo - Kolana Mehmet Uzun - Zumrutkent - Goristana Yenîkoyê - Kolana Huzur Kentê - Qeymeqamiya Rezanê - Kuruçeşme - Alay - Pira Alîpinarê - Îstasyon - Ofîs – Dagkapî

Rêgeha F7

Çûn: Taxa Gurdoganê - Toplu Konut – Tedaş - Seyrantepe – Tesisler – Bulvara Diclekentê – Çerxerêya Medyayê – Salona Dawetê ya Ava – Şaredariya Peyasê – Gazîler – Ceylan AVM – Nexweşxaneya Zarokan – Rêya Rihayê - 500 Evler

Veger: 500 Evler - Rêya Rihayê - Nexweşxaneya Zarokan - Ceylan AVM – Çerxerêya Medyayê – Diclekent – Tesisler – Ninova AVM – Seyrantepe – Toplu Konut - Taxa Gurdoganê

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30