Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya bernameya sala 2026’an de li seranserê bajêr bi rijandina 110 hezar ton asfaltê dê rêyeke 25 kîlometreyî nû bike. Bi vê xebatê, gelek arterên sereke û rêyên nû yên îmarê dê bigihêjin xuyabûneke modern.
Şaredariya Bajarê Mezin, polîtîkayeke rê ya wisa dimeşîne ku tenê bi nûkirina rêyan sînordar nîne; ji binesaziyê heta serasaziyê, ji gihîştina peya û bîskîletçiyan heta pergalên li dijî şert û mercên avhewayê berxwedêr, plansaziyeke giştî esas digire. Di vê çarçoveyê de bernameya asfaltê ya sala 2026’an dixe meriyetê. Xebatên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çêkirin, Parastin û Tamîrkirina Rêyan ve tên meşandin, hem dê rêyên xerabûyî nû bikin hem jî binesaziya deverên geşedanê yên nû xurttir bikin da ku pergala veguhastinê ewletir, gihîştibar û domdartir bibe.
Rê dê bi asfaltkirinê ji nû ve bên sererastkirin
Serokatiya Daîreya Çêkirin, Parastin û Tamîrkirina Rêyan a ku sala borî bi giranî li navçeyên Yenîşehîr, Rezan (Baglar) û Sûrê xebitîbû, di bernameya sala 2026’an de dê li navçeya Peyasê (Kayapinar) xebateke berfireh a nûkirina rêyan bimeşîne. Di nav bernameyê de arterên sereke û rêyên li cihên nû yên niştecihbûnê dê bên asfaltkirin û sererastkirin.
Di vê çarçoveyê de; Bulwara Selahaddîn Eyyubî, Kolana Abdulkadir Aksu, Kolana Jiyan, Kolana Baba Tahir, Kolana Nazim Hikmet, Bulwara Firatê, Kolana Talaytepe, Kolana Leyla Qasim, Bulwara Prof. Dr. Necmettin Erbakan, Kolana Rihayê, Kolana Abdulkadir Topkaç, Kolana Çarçira, Kolana Mesut Yilmaz û Kolana Bedrî Ayselî tevî rêyên nû yên îmarê yên li derdora Nexweşxaneya Bajêr di nav lîsteya nûkirinê de ne.
Li Bulwara Firatê ji binesaziyê heta serasaziyê veguhertin
Yek ji xalên herî girîng ên bernameyê Bulwara Firatê ye. Li vir ne tenê asfaltkirin, lê nûkirineke giştî ji binesaziyê heta serasaziyê pêk tê. Hêla bi qasî 3 hezar û 400 metreyî ya ku di navbera Bulwara Diclekent û Bulwara Mahabadê de ye, li gorî standardên teknîkî ji nû ve tê avakirin. Di çarçoveya xebatan de rêya heyî bi temamî tê rakirin, zemîn tê xurtkirin, pergala drenaja ava baranê tê nûkirin û dê pêşî li pengirîna avê bê girtin.
Sererastkirina ji bo peya û bîskîletajoyan
Di xebatên serasaziyê yên li Bulwara Firatê de; peyarêyên fireh, rêyên bîskîletê yên bênavber, sererastkirina refûja navîn, stûnên ronahiyê yên modern û sepanên peyzajê dê bên pêkanîn. Bi vî rengî, hem kapasîteya veguhastinê dê zêde bibe hem jî ji bo peya û bîskîletajoyan derfetên veguhastinê yên ewletir bên afirandin.
110 hezar ton asfalt dê bê rijandin
Bernameya sala 2026’an a ku dê di destpêka meha gulanê de dest pê bike, tê plankirin ku li seranserê bajêr bi giştî 110 hezar ton asfalta germ bê rijandin. Bi van xebatan re, armanc ew e ku tora rêyan a 25 kîlometreyî bê nûkirin, konfora ajotinê zêde bibe û veguhastin bibe ewletir.
Werger: Omer Dilsoz