Print this page

Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê bi beşdariya 19 welatan û bi temaya 'Ji bo Aştîyê Diyalog' tê lidarxistin

11’emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ya ku dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve di navbera 22’yê Nîsanê û 2’yê Gulanê de bê lidarxistin, bi temaya “Ji bo Aştîyê Diyalog” komên şanoyê yên 19 welatan tîne cem hev û bajêr vediguherîne hevdîtineke hunerî ya pirzimanî û pirçandî.

Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ya ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî de xebatên xwe dimeşîne, îsal 11’emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê bi temaya “Ji bo Aştîyê Diyalog” pêk tîne. Festîvala ku dê di 22’yê Nîsanê de dest pê bike û heta 2’yê Gulanê dewam bike, dê komên şanoyê yên 19 welatan li Amedê bîne cem hev. Di festîvalê de bi giştî 22 lîstik dê bên nîşandan. Beşeke zêde ya lîstikan dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bên lîstin û hin performans jî dê li qadên vekirî derkeve pêşberî temaşevanan. Di çarçoveya festîvalê de ligel lîstikan; hevpeyvîn, panel, atolye û hevdîtinên hunermendan jî dê bên organîzekirin.

Komên şanoyê yên ji gelek welatan wek Îtalya, Swîsre, Îran, Sûriye, Tûnis, Erebistana Siûdî, Ukrayna û Ugandayê dê heman sehneyê parve bikin û tevkariyê li danûstandina çandî bikin. Festîval armanc dike ku bi rêya hilberîna hunerî, di navbera coxrafyayên cihêreng de diyalogê ava bike.

Temaya ‘Ji bo Aştîyê Diyalog’ derdikeve pêş

Festîvala ku bi sernavê “Ji bo Aştîyê Diyalog” tê lidarxistin, hêza şanoyê ya di avakirina pira di navbera çandên cihê de, zindîhiştina hafizeya civakî û hilberandina gotinan di demên krîzê de wek navend digire. Bi festîvalê re armanc ew e ku şano wekî zimanekî hevpar, zemîna piştgiriyê û qada hafizeya kolektîf bê xurtkirin.

‘Em armanc dikin ku ezmûnên hunermendan bidin xuyakirin’

Koordînatora Festîvalê Berfin Emektar der barê çalakiyê de daxuyaniyek da û diyar kir ku festîval bi taybetî armanc dike ku ezmûnên hunermendên ku li herêmên şer û krîzê de hilberînê dikin, bide xuyakirin. Emektar got, “Em şanoyê ne tenê wekî qadeke hunerî, lê wekî qadeke ku hafizeya civakî, gotina jinan, cihêrengiya çandî û îradeya jiyana bi hev re tê de îfade dibe, digirin dest.”

Emektar da zanîn ku ji 33 welatan serlêdan girtine lê ji ber dema festîvalê beşdarî sînordar hatiye girtin û diyar kir ku bername bi naverokeke berfireh û daxbar hatiye amadekirin.

Beşdariya akademîk dê pêk bê

Festîval, ligel hunermendên navneteweyî dê derdorên akademîk jî bîne cem hev. Ji beşên şanoyê yên zanîngehên li Berlîn, Sûdan, Ukrayna, Silêmanî û Duhokê beşdarî dê çêbibin. Di lîstikên ku dê bi zimanên cihê bên lîstin de jêrnivîsên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî dê bên bikaranîn.

Her wiha xwendekarên masterê yên zanîngehên Berlînê dê di çarçoveya xebatên akademîk de festîvalê bişopînin.

Banga ji bo temaşevanan

Koordînatora Festîvalê Berfin Emektar bang li hemû welatiyan kir ku beşdarî festîvalê bibin û got: “Dê bibe hevdîtineke pirzimanî, pirçandî û pirdengî. Em hemû gelê xwe vedixwînin beşdariya vê festîvala girîng.”

Bernameya Festîvalê

Hûn dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin bernameya festîvalê:

https://amedtheatrefest.org/program.html?festival_id=1&festival=11.+Festival

werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery