Print this page

Atolyeya Pedên Şûştinbar li Farqînê hat lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên xwe yên ji bo jinan bir navçeyên gundewarî û li Farqînê Atolyeya Pedên Şûştinbar organîze kir.

Xebata ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ve bi dirûşma “Em bi Dewra Xwe Veguherîn” tê meşandin, bi hevkariya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Farqînê li Navenda Piştgirî û Jiyana Jinê ya Nudemê hat lidarxistin. Hevşaredara Farqînê Sevim Biçici û jinên ku dê ji atolyeyê sûd werbigirin beşdarî bernameyê bûn.

Di çalakiyê de, der barê tenduristiya hilberîna jinê û tabûya reglê (adet) de agahdarî hatin dayîn. Hat destnîşankirin ku zextên civakî yên li ser pêvajoya reglê bandorê li têkiliya jinan a bi laşê wan re dike; girîngiya gihîştina agahiyên rast û parvekirina ezmûnan hat destnîşankirin. Di dema atolyeyê de pirsên beşdaran jî bi hev re hatin nirxandin.

Piştî perwerdeyê, di atolyeya tekstîlê de qonaxa hilberîna pratîk dest pê kir. Jinan bi hev re dirûtina pedên tên şûştin hîn bûn û bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya hilberînê bûn. Atolyeya ku li ser bingeha piştgirî û fêrbûna hevpar birêve çû, ji aliyê jinan ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.

Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan, bi van xebatan armanc dike ku balê bikişîne ser xwegihandina derfetên bo “malzemeya reglê” û zanyarî û ezmûnên jinan xurt bike. Atolyeya ku li navendên jiyana jinan hatibû destpêkirin, dê li navçeya Çermûkê berdewam bike.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery