Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, di vekirina Fûara Zincîreyên Herêmî ya Başûrê Rojhilat de axivî û diyar kir ku fûar piştgiriya di nav civakê de dide xuyakirin û destnîşan kir ku divê piştgiriya di navbera hilberîner û firoşkarên perakende de bê xurtkirin.
Bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Federasyona Perakendefiroşên Tirkiyeyê, Fûara Zincîreyên Herêmî ya Başûrê Rojhilat hat vekirin. Li fûara ku li Navenda Fûar û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê hat lidarxistin, ji 70 bajaran 49 fîrma beşdar bûn. Tê armanckirin ku ev organîzasyon tevkariyê li aboriya herêmê bike, zincîreyên herêmî xurt bike û nûnerên sektorê bîne cem hev.
Ligel Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyan û nûnerên saziyên civakî yên sivîl jî beşdarî fûarê bûn. Fûara ku bi nîşandanên hunerî dest pê kir, bi axaftinên vekirinê berdewam kir.
‘Divê em qadên bi vî rengî yên biqîmet zêde bikin’
Hevşaredar Dogan Hatun, di vekirina fûarê de axivî û diyar kir ku fûar hevdîtineke gelekî biqîmet e ku hilberîner û firoşkarên perakende tîne cem hev û spasiya keda kesên beşdar kir. Hatun destnîşan kir ku fûar piştgiriya di nav civakê de xuya dike û wiha got:
“Bi dîtina min beşa herî biqîmet li vir e. Em vê fûarê wekî qadeke ku belkî cara yekem e hilberîner û firoşkarên perakende yên ku hilberînê pêşkêşî gel dikin, bi hev re piştgiriyê ava dikin, dinirxînin. Ji ber wê yekê, qîmet û nirxa wê li cem me hinekî din zêdetir e. Di fûarên piştî vê de jî, divê em van qadên ku hilberînerên herêmî li ser lingên xwe disekinin, ji hilberînerên biçûk heta kooperatîfan, heta kooperatîfên hilberînê yên jinan her kes cihê xwe dibîne û dikare gotina xwe bibêje, zêde bikin.”
‘Baxçeyên Hewselê îro jî li ser piyan in’
Hevşaredar Hatun bal kişand ser dîroka kûr û çanda hilberînê ya Amedê û destnîşan kir ku dîroka bajêr digihêje 12 hezar û 500 sal berê û Baxçeyên Hewselê perçeyekî girîng ê vê kevneşopiya hilberînê ye. Hatun got, “Dema hûn li bajêr digerin, hûn şopên dîroka 12 hezar û 500 salî dibînin. Axên Mezopotamyayê û Baxçeyên Hewselê ku genim û gelek nebat cara yekem li wir gihîştin zikê axê, îro jî li ser piyan in. Ev der di heman demê de qadeke di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCO’yê de ye.”
‘Amed mînakeke girîng e’
Hevşaredar Hatun behsa şerên li Rojhilata Navîn jî kir û girîngiya aştî, jiyana bi hev re û piştgiriya civakî anî ziman:
“Li Rojhilata Navîn şerekî pir mezin heye. Gelê Rojhilata Navîn bi xwe têra xwe ji şer têr bûye. Divê em pêşî vê yekê bînin ziman. Em neçar in ku herî kêm di welatê xwe de, di coxrafyaya xwe de bi aqileke wisa tevbigerin ku hemû gelên li vir bi hev re, wekhev, adilane û bi azadî xwe îfade bikin û em vê azadiyê ji nifşên piştî xwe re wekî mîras bihêlin. Tam gava ku ev pêk werin, torên hilberîn û piştgiriyê dikarin xurt bimînin. Çawa ku gelan bi hezarên salan pişt dane hev û li ser piyan mane, dîroka vê ya 12 hezar û 500 salî li bajarê qedîm Amedê ye. Kesên ku dixwazin pêkvejiyanê bibînin, divê mitleq Amedê bibînin. Ev bajar yek ji mînakên herî girîng e ku bi dehan şaristanî, nijadên cuda, ramanên siyasî yên cuda û baweriyên dînî yên cuda di heman kolanê de çawa bi hev re dijîn.”
‘Amed navenda bazirganî û çandê ya bi hezarên salan e’
Hevşaredar Hatun bal kişand ser cihê Amedê yê li ser Rêya Karwanan û got ku bajar di dirêjiya dîrokê de navendeke girîng a bazirganiyê bûye. Hatun wiha domand: “Amed, yek ji navendên bazirganiyê yên ewle yên Rêya Karwanan e. Bajarên me yên xurt in ku bawerî, çand û ramanên cuda bi hev re dijîn. Tevî nêzîkatiyên ku dixwazin çanda bi hezarên salan tune bikin jî, ev bajar bi hilberîn û çanda xwe hebûna xwe diparêze.”
‘Divê piştgiriya aborî bê dabînkirin’
Hatun behsa bandorên aborî yên pêvajoyên şer jî kir û bal kişand ser girîngiya piştgiriya aborî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêvajoyên şer ên 50 salên dawî, bajarên me ji aliyê aborî ve paş de xistin. Lê belê di hawirdoreke ku aştî û azadî lê xurt dibin de, pêkan e ku em bajarên wisa ava bikin ku mirov li cihê ku lê ji dayik bûne, têr bibin. Organîzasyonên bi vî rengî dê piştgiriya aborî mezin bikin.”
Piştî axaftinan, bi birîna kurdelayê vekirina fûarê hat kirin. Hevşaredar Hatun û heyeta pê re li qada fûarê geriyan û bi hilberîneran re sohbet kirin.
Werger: Omer Dilsoz