Di çarçoveya Bernameya Bajarên Jin-Dost de li Enqereyê "Atolyeya Rêveberiyên Herêmî ya Asta Bilind" hat lidarxistin. Di komxebatê de sazbûna polîtîkayên wekheviyê, entegrasyona wan a di budçe û planên stratejîk de hatin nîqaşkirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî bi xebatên xwe yên model ên mîna JINKART, JINMAP û Dibistana Avhewayê ya Agroekolojiyê ezmûnên xwe parve kirin.
Di çarçoveya Qonaxa 3'yemîn a Bernameya Bajarên Jin-Dost de, li Enqereyê Komxebata Rêveberiyên Herêmî ya Asta Bilind pêk hat. Komxebata ku bi hevkariya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) û Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) du rojan dom kir; Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ozden Gurbuz Sumer û Seroka Daîreya Xizmetên Darayî Ozlem Tekîn beşdar bûn.
‘Heke xwedî lê derkevin dikare bibe mayînde’
Cîgira Sekreterê Giştî yê TBB’ê Dr. Şengul Altan Arslan di vekirina komxebatê de axivî û destnîşan kir ku nêzîkatiya bajarê jin-dost ne tenê sernavekî teknîkî ye; ew têgihiştineke stratejîk e ku perspektîfa wekheviyê di hemû polîtîka, budçe û pêvajoyên xizmetguzariyê yên şaredariyan de cih digire. Arslan got ku mekanîzmayên wekheviya herêmî tenê bi xwedîderketina rêveberiya jorîn dikarin bibin mayînde û bibandor.
‘Xwedîderketina saziyan xurt dibe’
Nûnera UNFPA’yê ya Tirkiyeyê Mariam A. Khan jî diyar kir ku di çarçoveya bernameyê de xwedîderketina saziyan a di nava şaredariyan de her ku diçe xurtir dibe. Khan anî ziman ku ji bo bandoreke domdar, entegrasyona planên çalakiya wekheviyê ya di nav planên stratejîk de û piştgiriya wan a bi pêvajoyên budçeyê re xwedî girîngiyeke krîtîk e.
Prezentasyona xebatên model hat kirin
Di komxebatê de ku bi beşdariya rêveberên asta bilind rûniştinên xebatê li ser lijneyên wekheviyê yên herêmî û planên çalakiyê hatin lidarxistin; xurtkirina polîtîkayên wekhevîparêz ên jin û mêran, pêşxistina mekanîzmayên wekheviyê û parvekirina ezmûnan di navbera şaredariyan de hatin nirxandin. Di komxebata ku 25 şaredarî beşdarbûyî de, Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a DBB’ê Ozden Gurbuz Sumer jî têkildarî xebatên model ên şaredariyê JINKART, JINMAP û Dibistana Avhewayê ya Agroekolojiyê prezentasyonek pêşkêş kir.
Bernameya Bajarên Jin-Dost III ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî tê de cih digire, ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ve tê meşandin.
Werger: Omer Dilsoz