Print this page

Amed û Yatta bûn birabajar

Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Yatta ya Filîstînê de protokola birabajartîyê hat îmzekirin. Protokol, di qadeke fireh de ku ji rêveberiya herêmî heta çandê, ji ciwanan heta aboriyê dirêj dibe, projeyên hevpar û parvekirina agahiyan armanc dike.

Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Yattayê de ku li başûrê bajarê El Halîl (Hebron) ê li herêma Şerîeya Rojava ya Filîstînê cih digire, protokola birabajartîyê hat îmzekirin. Ji ber mercên şer rayedarên Şaredariya Yattayê nekarîn werin bajêr, lewma derbarê protokolê de hevdîtineke serhêl hat pêkanîn. Di hevdîtinê de, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Şaredarê Yatta Jamil Awad, Rayedarê Departmana Plansaziya Stratejîk Iyad Hammad û endamên meclîsa Şaredariya Yatta amade bûn.

Şaredarê Yatta Awad anî ziman ku ji ber ku pirsgirêkên Kurd û Filîstîniyan dişibin hev, wan di navbera xwe de girêdanek ava kiriye û di vê çarçoveyê de dixwazin têkiliyan pêş bixin. Hevşaredar Bucak û Hatun jî destnîşan kirin ku hatina aştî û aramiya li erdnîgariya Rojhilata Navîn, hem ji bo Filîstîniyan hem jî ji bo Kurdan hêviya paşerojeke tije aştî dihewîne. Di hevdîtinê de qadên hevkariyê yên ku dikarin çêbibin jî hatin nirxandin.

Piştî hevdîtinê protokol ji aliyê Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun û Şaredarê Yatta Jamil Awad ve hat îmzekirin û ket meriyetê.

Zerengîya Protokolê

Bi protokola hatî amadekirin re di navbera her du bajaran de ji rêveberiya herêmî heta çandê, ji ciwanan heta plansaziya bajêr di gelek qadan de hevkariyeke berfireh tê armanckirin. Protokola ku li ser bingeha dostanî û piştgiriya dîrokî ya di navbera gelên Tirkiye û Filîstînê de hatî amadekirin, di xeta rêzgirtina dualî, biratî û prensîbên pêşketina hevpar de di navbera Amed û Yattayê de zemînekî hevkariyê yê demdirêj ava dike.

Di çarçoveya protokolê de tê pêşbînîkirin ku di navbera her du şaredariyan de di warên xizmetên şaredariyê, aborî, çand, perwerde, ciwan, tenduristiya gel, jîngeh û bajarsaziyê de xebatên hevpar werin meşandin.

Ji rêveberiya cihî heta çandê hevkariya fireh

Bi protokola birabajartîyê ya hatî amadekirin, tê plankirin ku di warên sepanên rêveberiya herêmî, rêveberiya baş, xizmetên şaredariyê û binesaziyê de parvekirina agahî û ezmûnan pêk were. Her wiha parastina mîrata çandî, çalakiyên hunerî, pêşangeh, rojên çandê û serdanên dualî yên şandeyên hunerî jî di nav sernavên hevkariyê de cih digirin.

Di qadên ciwan, werzîş û perwerdeyê de jî armanc ew e ku kampên hevpar, bernameyên karsaziyê, xebatên lîderiya ciwanan, turnuvayên werzişî û bernameyên biratiyê yên di navbera zanîngehan de werin pêkanîn.

Cext li ser bajarên biaqil û pêşketina berdewam

Di protokolê de sernavên plansaziya bajêr, sepanên bajarên biaqil û pêşketina berdewam jî derdikevin pêş. Di vê çarçoveyê de; amadekirina planên sereke, pêşxistina binesaziya veguhastin û ragihandinê, bikaranîna pergalên biaqil di rêveberiya şaredariyê de, sepanên Pergalên Agahdariya Erdnîgarî (GIS) û di warê plansaziya rewşa awarte û başbûnê de xebatên hevpar werin kirin.

Di qada pêşketina aborî û civakî de jî pêşxistina bazirganiya herêmî, piştgirîkirina hunerên destan ên kevneşopî û serdanên dualî yên şandeyên aborî têne plankirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery