Hevdîtinên jinan ên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li taxan dimeşîne, vê carê li gundikê Reşika yê ser bi Hezroyê hat lidarxistin. Di çarçoveya bernameyê de hem kontrolên tenduristiyê hatin kirin hem jî derbarê mafên jinan de agahdarkirin hatin dayîn.
Xebatên hevdîtina jinan û kontrolên tenduristiyê yên ku Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan û Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê li seranserê bajêr dimeşînin, berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de li Gundikê Reşikê yê navçeya Hazroyê, kontroleke berfireh a tenduristiyê hat kirin.
Xizmeta tenduristiyê hat pêşkêşkirin
Bername bi koordînasyona Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan û Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê hat meşandin û li cihê wan xizmeta tenduristiyê ji welatiyan re hat dayîn. Muayeneya doktor, pîvandina bejn û giraniyê, kontrolên tansiyon û şekirê xwînê, testên hepatît û ducaniyê ligel xizmetên şêwirmendiya plankirina malbatê hatin pêşkêşkirin.
Welatiyên ku di nirxandinên tîmên tenduristiyê de wekî "bi rîsk" hatin dîtin, ji bo lêkolînên hûrtir û pêvajoyên dermankirinê ber bi saziyên tenduristiyê yên têkildar ve hatin sewqkirin. Bi vê xebatê hat armanckirin ku teşhîsa zû û xizmetên tenduristiyê yên parastinê werin belavkirin.
Teşhîsa zû û mekanîzmayên piştgiriyê ji jinan re hatin vegotin
Di çarçoveya bernameyê de derbarê kansera pêsîrê û malzarokê de agahî dan jinan. Girîngiya teşhîsa zû hat destnîşankirin û rêbazên muayenekirina kesî ji jinan re hatin ravekirin. Hat diyarkirin ku di rewşên bi rîsk de divê bêyî wext winda bikin serî li saziyên tenduristiyê bidin. Her wiha bal hat kişandin ser girîngiya xwarina tendurist û jiyana biteman.
Ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ve jî mijarên azadiya zayenda civakî, şideta li ser jinê û mekanîzmayên têkoşîna li dijî şidetê bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Derbarê xebatên Navenda Lêkolîn û Sepandina Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÎKASUM) de agahî hatin dayîn û mekanîzmayên piştgiriyê û xizmetên ku jin dikarin serî lê bidin, bi kîtekît hatin vegotin.
Jinan daxwazên xwe anîn ziman
Di hevdîtinê de jinan bi awayekî çalak beşdar bûn, hem ezmûnên xwe parve kirin hem jî daxwazên xwe yên derbarê taxê de ragihandin. Jinan daxwazên wekî rê, av, konteynerên çopê, vekirina kursên pîşeyî û avakirina kooperatîfên jinan anîn ziman. Jinan bal kişandin ser girîngiya kooperatîfbûnê ji bo nirxandina berhemên keda destan û diyar kirin ku xebatên bi vî rengî dê beşdarî serxwebûna aborî bibin.
Bername, bi belavkirina kîtên hîjyenê yên ji bo jinan bi dawî bû.
Werger: Omer Dilsoz
Â
