Print this page

Tîma Futbolê ya U-19 a Şaredariya Mezin a Amedê bû şampiyon

Tîma Futbolê ya U-19 a Şaredariya Mezin a Amedê, di Lîga Pêşkeftina Akademiya Elîta TFF’ê de bi performansa xwe ya serketî bû şampiyon û xeta temsîlkirina bajêr di Şampiyonaya Tirkiyeyê de bi dest xist.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Werzîşê ya Şaredariya Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo zêdekirina jêhatîbûna fîzîkî, zihnî, ruhî û civakî ya ciwanan de, bi Tîma Futbolê ya U-19’an a ku ava kiribû serkeftinek girîng bi dest xist. Ev serkeftina tîma U-19’an wekî encameke berçav a veberhênanên li binesaziyê tê dîtin.

Tîma kesk û sor a ku vê sezonê cara yekem di Lîga Pêşkeftina Akademiya Elît a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têkoşîn dida, koma 9’emîn di serî de kudand û performanseke balkêş nîşan da. Lîstika bi îstîqrar a futbolvanên ciwan, derfeta tevlêbûna gura play-off a Şampiyonaya Tirkiyeyê da wan.

Serkeftina dijî Batmanê derî li şampiyonayê vekir

Şaredariya Mezin a Amedê, bi serkeftina xwe ya krîtîk a 1-0 li hemberî Tîma Batman Petrolsporê ya yek ji tîmên bihêz ên lîgê ye, derî li tevlêbûna şampiyonayê vekir. Ev 3 pûanên ku di vê pêşbirkê de hatine wergirtin, tevî lîstika têkoşer û ruhê tîmê ya ku li qadê hatiye pêşandan, ji bo paşerojê hêvî da.

Çav li berêkdanên play-off’ê ne

Şaredariya Mezin a Amedê ku kategoriya xwe di serî de kuta kir, mafê tevlêbûna qonaxa play-off’ê bi dest xist. Tê hêvîkirin ku bernameya maçê û hûrgiliyên organîzasyonê ya tîma kesk û sor a di gera din de, di rojên pêş de ji aliyê Koordînatoriya Lîgên Pêşkeftinê ya TFF’ê ve bê aşkerekirin.

Amadekarî dê berdewam bikin

Kesk û sor ji bo ku li berêkdanên play-off a Şampiyonaya Tirkiyeyê ya ku di dîrokên pêş de bê dîyarkirin jî performanseke serketî nîşan bidin, amadekariyên xwe li gorî bernameya antrenmanê berdewam dikin.

Dê piştgirîya ciwanan berdewam bike

Şaredariya Mezin a Amedê ya ku di qada werzîşê de bi şaxên cuda derfetê dide ciwanan, dê ji bo zêdekirina serkeftinên werzîşvanan, xebat û piştgiriyên xwe berdewam bike.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery