Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, şandeya ji hunermend, perwerdekar û xebatkarên çandê ya ku ji Hannoverê hatibû, ezimandin.
Şandeya ku di çarçoveya projeya hevkariya çandî ya salên 2026-2027an a di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Hannoverê ya Almanyayê de hatibû, serdana Şaredariya Bajarê Mezin kir. Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun pêşwazî li şandeyê kirin. Di hevdîtinê de hevkariyên çandî yên di navbera her du bajaran de hatin nirxandin.
Bi serdana vê şandeya ku ji hunermend, perwerdekar û xebatkarên çandê pêk tê, tê armanckirin ku xebatên çandî yên hevpar ên ku bi mehan e di navbera her du bajaran de tên meşandin, hîn xurttir bibin.
Di encama xebatên hevpar de tê plankirin ku di sala 2027an de hem li Amedê û hem jî li Hannoverê konser, şano û performansên hunerî werin nîşandan. Di qonaxa din a pêvajoya hevkariyê de tê payîn ku şandeyeke ji Amedê serdana Şaredariya Hannoverê bike.
Werger: Omer Dilsoz