Li Farqînê ji bo qadên nû yên niştecihbûnê xeta ava vexwarinê tê avakirin

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li taxa Qizlalê ya navçeya Farqînê, ji bo dabînkirina hewcedariya avê ya ku bi zêdebûna niştecihbûnê re derketiye holê, 2 hezar û 300 metre xeta ava vexwarinê ava dike.

Serokatiya Daîreya Herêma 1emîn a Karûbaran a Rêveberiya Av û Kanalîzasyona Amedê (DÎSKÎ) Midûriyeta Şaxa Farqînê, ji bo pêdiviya ava vexwarinê ya qadên nû yên niştecihbûnê yên li taxa Qizlalê, projeyeke binesaziyê ya plankirî xist meriyetê. Ev xeta 2 hezar û 300 metreyî ya ku dê ji depoya heyî bê xwedîkirin, gihîştina xelkê herêmê ya bi avê garantî dike.

Kapasîteya ji bo paşerojê

Xeta ku xebatên avakirina wê berdewam dikin, dê di qonaxa yekemîn de hewcedariya 15 malan peyda bike. Lê belê ev sîstema hatî avakirin tenê ji bo daxwazên îro nîne; di heman demê de xwedî kapasîteyeke wisa ye ku dê pêdiviyên avahiyên nû yên ku di paşerojê de li herêmê ava bibin jî pêşwext dabîn bike. Ev nêzîkatî, li şûna mudaxaleyên parçe parçe, modeleke binesaziyê ya ku li ser pêşbînî û mezinbûna plankirî ava bûye, esas digire.

Berdarî û hevsengî

Dabînkirina ava berdewam li gundan, hewceyî plankirina birêvebirina çavkaniyan û binesaziya veguhastinê ya bi hev re dike. Bi vê xeta ku dê ji depoya heyî bê kişandin re, berdariya veguhastina avê zêde dibe û sîstema belavkirinê digihîje avahiyeke hevsengtir. Bi vî awayî, rîska qutbûna xizmetê û guherînên zexta avê yên ji ber zêdebûna xerckirina ji nişka ve, kêm dibin.

Girîngiya binesaziya plankirî

Midûrê Şaxa Farqînê ya DÎSKÎyê Mehmet Kaya, der barê xebatan de agahî dan û wiha got:

“Me ev xet ne tenê ji bo hewcedariya 15 malên heyî girt dest. Me rêçika pêşketina qadên niştecihbûnê û meyla avahîsaziyê analîz kir û binesazî ji serî de li gorî wê dabîn kir. Bi xwedîkirina ji depoya heyî re, em berdewamiya sîstemê garantî dikin. Di heman demê de, ji bo daxwazên zêde yên ku dê di paşerojê de derkevin holê, em hewcedariya kolandinên nû û lêçûnên zêde ji holê radikin. Ev nêzîkatî, bingeha rêveberiya binesaziya plankirî ya li taxên gundan pêk tîne.”

Bi temambûna xebatê re, sîstema ku niha nêzî 50 mal û 200 kes jê sûd werdigirin dê hîn bi hêztir bibe; her wiha binesazî dê ji bo pêvajoya avahîsaziya nû bi awayekî amade li bendê be.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery