Têkoşîna li dijî tîryakê sînorên bajêr borandin: Xeta hevpar hat avakirin

Xebatên têkoşîna li dijî tiryakê yên ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Yekîtiya Şaredariyên Herêma Anatoliya Başûrê Rojhilat (GABB) tên meşandin, bi bernameyeke perwerdeyê ya li Tetwanê sînorên bajêr derbas kirin û di navbera rêveberiyên herêmî de xeteke têkoşînê ya hevpar ava kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, têkoşîna li dijî tîryakê ne tenê wekî pirsgirêkek tenduristiyê ya takekesî, lê wekî mijareke civakî, psîkolojîk û komalî bi polîtîkayeke destegîr digire dest. Şaredariya Bajarê Mezin ku di warê mudaxaleya zû, xizmetên parastinê û perwerdeyê de xeteke piralî ava kiriye, vê nêzîkatiya xwe niha bi rêveberiyên herêmî yên cuda re parve dike.

Navenda Şêwirmendî û Perwerdeya Tîryakê ya ser bi Daîreya Xizmetên Civakî, bi hevkariya GABBê xebatên xwe li bajarên cuda belav dike. Di vê çarçoveyê de, li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê li dijî tîryakê bernameyeke perwerdeyê ya du rojan hat lidarxistin.

Perwerde bi mazûvaniya Şaredariya Tetwanê û bi beşdariya nêzî 200 xebatkarên şaredariyê, di du koman de bi awayekî rûbirû hat kirin.

Hemû aliyên tîryakê û tîryakîbûnê hatin nirxandin

Di perwerdeyê de pênase û cureyên tîryakê bi hûrgilî hatin nîqaşkirin; bandorên fîzîkî û psîkolojîk ên madeyan ên li ser kesan hatin vegotin. Her wiha bal kişandin ser faktorên rîskê yên takekesî, malbatî û hawirdorî û hat destnîşankirin ku bêyî cudahiya pîşe, temen û zayendê, her kes dikare bi rîska tîryakê re rûbirû bimîne. Hat diyarkirin ku di salên dawî de li herêmê rêjeya tîryakê û serlêdanên ji bo dermankirinê zêde bûne.

Girîngiya mudaxaleya zû û nêzîkatiya rast

Di bernameyê de li ser nîşaneyên destpêkê yên tîryakê, rêbazên nêzîkatiya rast a li hemberî kesên girêdayî, pêvajoyên dermankirin û rehabîlîtasyonê û mekanîzmayên serlêdanê agahiyên berfireh hatin parvekirin. Mijara tîryaka jinan jî bi taybetî hat destgirtin û rîskên nediyar ên di vê qadê de hatin nirxandin.

Rola rêveberiyên herêmî

Di perwerdeyê de bal kişandin ser rola diyarker a piştgiriya malbatê û hawirdora civakî. Hat destnîşankirin ku xebatên rêveberiyên herêmî di vê qadê de pir girîng in û hişmendiya xebatkarên şaredariyê dê di têkoşîna civakî de bibe alîkar.

Dê li bajarên din jî berdewam bike

Tê plankirin ku xebatên perwerdeyê yên di çarçoveya têkoşîna li dijî tîryakê de, li gorî daxwaz û hewcedariyan di pêşerojê de li bajarên din jî werin lidarxistin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30