Kursên pîşeyî yên bêpere yên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di bin banê DÎSMEKê de vekirine, hilberîn, piştevanî û xurtbûna aborî tîne cem hev û pêwendiya welatiyan a bi jiyanê re xurt dike. Di vê navberê de Nihal Bozokalfa ya 82 salî, bi daxwaz, hezkirin û kêfeke mezin beşdarî kursan dibe û wekî kursiyereke mînak balê dikişîne ser xwe; ew nîşan dide ku fêrbûn û hilberîn ne bi temen e.
Kursên Huner û Pîşeyî yên Amedê (DÎSMEK) ku di bin sîwana Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de xebatên xwe dimeşîne, di gelek qadan de wekî amigurumi, rolyefê kaxizî, çînî, mozaîk, seramîk û destkarî kursên bêpere vedike. Armanca van kursan ew e ku welatî hem jêhatîbûnên xwe yên pîşeyî pêş bixin hem jî têkiliyên xwe yên bi jiyana civakî re xurt bikin. Ev kursên ku armanc dikin xwe bigihînin her beşê civakê, beşdariya jinan a di hilberînê de zêde dikin û alîkariya xurtbûna wan a aborî dikin; di heman demê de qadên piştevanî û parvekirinê diafirînin ku wateyên nû li jiyana kesan zêde dikin.
Bi saya van perwerdeyan, hinek kursiyer bi zanista ku bi dest xistine gava yekem davêjin kariyereke nû, hinek jî dema xwe bi hobiyan dinirxînin.
Nihal Bozokalfa ya 82 salî jî bi amigurumiyê (hunereke bi eslê xwe Japonî ye ku lîstokên bi tîrê tên hûnandin) rengekî nû dide jiyana xwe. Bozokalfa heywanên şîrîn, karakter, bûkik û tiştên dekoratîf çêdike û berhemên xwe diyarî xizmên xwe dike.
‘Em tenê kar nakin, em bextewariyê parve dikin’
Bozokalfa ku yek ji navên herî bitecrube yê kursê ye, diyar dike ku ji dema gava xwe avêtiye navendê û vir ve, xwe hîn çalak û bextewar hîs dike. Bozokalfa destnîşan kir ku kurs ji bo wê ji qadeke perwerdeyê bêtir "deriyekî bextewariyê" ye û hestên xwe bi van gotinan anî ziman:
“Dema têm vir, ez her tiştî li pey xwe dihêlim. Fêrbûna tiştên ku ez naxwazim û hilberîna tiştekî min bi jiyanê ve girê dide. Êvarê dema vedigerim malê, ez bi aramî serê xwe deynim ser balîfê. Vir gelek tişt li min zêde kir; rojên ku ez nayêm, ez li malê valahî û nerihetiyekê hîs dikim. Em li vir tenê kar nakin, em bextewariyê parve dikin.”
Civakîbûna ku bi keda destan tê
Nihal Bozokalfa ku demeke dirêj e beşdarî kursê dibe; di beşên cuda de wekî kulîlkên ji kozikê, xemlên deriyan û rolyefê kaxizî hilberîn pêk aniye. Bozokalfa ku bi diyarkirina berhemên xwe ji bo kesên hezkirî dibe şirîka şahiya wan, niha hûrgiliyên hunera çînî, mozaîk û seramîkê fêr dibe. Bi taybetî tabloya Esma-ul Husna ya ku bi teknîka rolyefê amade kiriye, ji hêla perwerdekar û hevalên wê yên kursê ve gelekî tê ecibandin.
Hem hobî hem jî piştgirî ji bo aboriya malbatê
Mamosteya destkariyê Sevgî Ari jî bal kişand ser aliyê civakî û aborî yê kursê û diyar kir ku ew ligel 15 kursiyerên çalak ên mîna Nihal Bozokalfa xebatên xwe didomînin. Ari wiha axivî:
“Kursiyerên me di qadeke fireh de, ji amigurumiyê bigire heta rolyefê kaxizî perwerdeyê dibînin. Hinek ji bo neviyên xwe lîstokan dihûnin, hinek jî tabloyan çêdikin ku mala xwe pê bixemilînin. Ya herî girîng jî ew e ku bi firotina van berheman piştgiriyê didin aboriya malbata xwe. Kursa me veguheriye navendeke piştevaniyê ku jin hem jêhatîbûnên xwe kifş dikin hem jî ji aliyê aborî ve xurt dibin.”
Werger: Omer Dilsoz