Print this page

Li ser navê 879 xaneyên xwendekaran piştgiriya xerca serlêdana YKS’yê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca bihêzkirina wekheviya derfetan di perwerdeyê de, di çarçoveya "Piştgiriya Xerca Ezmûna YKS’yê" de li ser navê 879 xaneyên xwendekaran bi giştî 1 mîlyon û 171 hezar TL destek da.

Xebata ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve ji bo bihêzkirina wekheviya derfetan di perwerdeyê de hatibû destpêkirin, bi taybetî kêmkirina astengiyên li pêşiya perwerdeya zarokên malbatên kêmderfet armanc dike. Di encama lêkolînên civakî de, rasterast piştgirî ji bo bi sedan xaneyên xwendekaran hat terxankirin.

Xwendekarên pola 12’an ên ku li sînorên Amedê dijîn û cara yekem e serlêdana Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind (YKS) ya 2026’an kirine, ligel ciwanên ku li Lîseyên Akademî yên Şaredariya Bajarê Mezin perwerdeyê dibînin, ji vê projeyê sûd wergirtin.

Ji bo 879 xaneyên xwendekaran piştgirî hat dayîn

Di çarçoveya bernameya ku ji bo sivikkirina barê malbatên ku di dabînkirina xerca ezmûnê de zehmetiyê dikşînin hat meşandin de, bi giştî piştgirî dan 879 xaneyên xwendekaran. Bi vê piştgiriyê tê armanckirin ku ciwan di mercên wekhevtir de ji ezmûnê re amade bibin.

1 mîlyon û 171 hezar TL piştgirî

Di encama nirxandinan de; ji bo 795 xaneyên xwendekarên ku serlêdana du rûniştinan (TYT-AYT an TYT-ZIMAN) kirine, ji ser 1.400 TL’yî bi giştî 1 mîlyon û 113 hezar TL; ji bo 84 xaneyên xwendekarên ku serlêdana rûniştineke tenê kirine jî, ji ser 700 TL’yî bi giştî 58 hezar û 800 TL drav hat razandin. Bi vî awayî mîqdara giştî ya piştgiriyê gihîşt 1 mîlyon û 171 hezar TL’yî.

Teşmîlat rasterast li hesabên wan tên razandin

Di pêvajoya ku bi plansazî tê meşandin de, drav li gorî rewşa xwendekaran li ser navê dê, bav an jî wasiyên wan, bi rêya EFT’yê ji bo numareyên wan ên IBAN’ê tên şandin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery