Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin a Amedê (DBŞT), bi lîstika “Moraşîn” vegotinên kevnar ên kurdî tîne ser dikê. Lîstika ku li pey şopa evîn, berxwedan û veguhertinê ye, di çarçoveya 11'emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê de derdikeve pêş temaşevanan.
Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin a Amedê (DBŞT) ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand û Hunerê û Karên Civakî de xebatên xwe dimeşîne, bi berhema xwe ya nû “Moraşîn” amadekariya derketina pêşberî temaşevanan dike. Lîstika ku ji aliyê derhênerê şanoyê yê îranî Ghotbedin Sadeghi ve hatî nivîsandin û derhêneriya wê hatî kirin, dê di çarçoveya 11'emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê de cara yekem (promiyer) were pêşandan. Berhema ku bi kadroyeke nêzî 50 kesî ya lîstikvan û danskeran tê lîstin, bi zimanekî xurt ê dikê û performanseke bi heybet tê pêşberî hunerhezan.
Sadeghi yê ku bi lîstika “Spimend” a bi DBŞT’ê re hatibû naskirin, vê carê bi lîstika “Moraşîn” di 23’yê Nîsanê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê cara ewil dê derkeve pêşberî temaşevanan.
Kadroya lîstikvanan
Di kadroya fireh a lîstikvanan de ev nav hene:
Nurşen Adiguzel, Yavuz Akkuzu, Nazmî Karaman, Rêzan Kaya, Leyla Batgî, Omer Şahîn, Sena Ozbey, Erhan Mîr, Mesut Erenci, Şehabettin Dag, Salih Yildizoz, Şahperi Alphan, Perinaz Delazy, Mehmet Veysi Yoldaş, Eyup Kan, Havva Akçiçek, Şevîn Yel, Sadettin Înal, Omer Akkan, Halit Aslan, Şiyar Yaşa, Nurcihan Yilmaz, Gulşen Yaşar û Meryem Turk.
Her wiha danskerên Lîstikên Gelêrî yên KASED’ê jî dê bi performansên xwe li ser dikê bin.
Rîtuelên kevnar
“Moraşîn”, wekî adapteyekî dramatîk ku ji destana kurdî ya “Gênc Xelîl” hatiye girtin, derdikeve ser dikê. Di çîrokê de ku bi dûrketina Genco û dergistiya wî Moraşîn a ji ber şer û xizaniyê dest pê dike; Moraşîn ji bo bigihîje yara xwe, bi çil jinên hevrêyên xwe re kincên mêran li xwe dike û dikeve rê. Moraşîn di rê de di heft qonaxên ku bi rîtuelên kevnar hatine hûnandin re derbas dibe.
Ev rêwîtî ne tenê çîroka gihîştinekê ye, di heman demê de wekî vegotineke veguhertinê ya bi rîtuelên kevnar hatî hûnandin hatiye avakirin. Her qonaxa ku Moraşîn tê de derbas dibe wekî qada rîtuelekê tê pêşandan û têkoşîna karakterê ya hundirîn û civakî kûrtir dibe.
Lîstika ku evîn, fedakarî, berxwedan û hêmanên mîtolojîk li xwe digire, di ser karaktera Moraşînê re cesaret û berxwedana jina kurd dide xuyakirin û bi rêya rîtuelan armanc dike ku di navbera raborî û îro de pireke xurt ava bike.
Werger: Omer Dilsoz