Ji bo xwendekarên Akademî Sûrê ezmûnên xwe parve kirin

Xwendekarên ku bi piştgiriya perwerdeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zanîngeh qezenc kirine, bi parvekirina ezmûnên xwe yên bi xwendekarên Navenda Etudê ya Akademî Sûrê re, rê nîşanî berbijêrên nû dan û bûn alîkar ku fikarên wan ên der barê pêvajoya azmûnê de kêm bibin.

Navenda Etudê ya Akademî Sûrê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî Şaxa Perwerdeya Ciwanan de xebatên xwe dimeşîne, ji bo bi sedan xwendekaran piştgiriya perwerdeya belaş peyda dike. Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî, bi vê piştgiriyê xwendekarên ku di beşên wekî bijîşkî, hiqûq, endezyarî û dermanfiroşiyê de cih girtine û xwendekarên berbijêrên zanîngehê yên li Akademî Sûrê, di çalakiyekê de anîn cem hev.

Panela ‘Yên bi ser ketine vedibêjin’

Di panela bi navê “Yên bi ser ketine vedibêjin” de ku li Salona Konferansê ya Alî Emîrî hat lidarxistin, xwendekarên ku piştî pêvajoyeke serkeftî ya azmûnê li beşên daxwaza wan bûn hatin bicîkirin, razên serkeftina xwe, tiştên ku di dema azmûnê de jiyane û ezmûnên xwe yên der barê beşên ku niha lê dixwînin de ji ciwanên nû yên berbijêrên zanîngehê re parve kirin.

Behsa zehmetiyên di pêvajoya azmûnê de hat kirin

Di panelê de 11 xwendekarên ku li beşên cihêreng ên wekî Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Dîcleyê, hiqûq, psîkolojî û endezyariyê dixwînin axivîn û behsa zehmetiyên ku di pêvajoya amadekariyê de kişandine û rola krîtîk a Akademî Sûrê ya di vê pêvajoyê de kirin. Xwendekaran bal kişandin ser wê yekê ku di pêvajoya azmûnê de ne tenê piştgiriya akademîk, di heman demê de piştgiriya motîvasyon û rêberiyê jî girtine. Di panelê de hat destnîşankirin ku ji şert û mercan bêtir, “devjêneberdan” û “xwebawerî” serkeftinê tîne.

Bi vê panelê xwendekaran moral girt

Di dawiya bernameyê de, nîşandana sînevîzyonê ya ku pêvajoya amadekariya xwendekaran vedibêje hat nîşandan. Panel bi peyamên kurdî û tirkî bi dawî bû û diyarî pêşkêşî xwendekaran hatin kirin. Berbijêrên zanîngehê yên ku li çîrokên ciwanan guhdarî kirin, bi vê parvekirina ezmûnan beriya maratona azmûnê moral berhev kirin.

Serokê Daîreya Karûbarên Civakî Omer Saman der barê panela ku li dar xistin de axivî û diyar kir ku armanca wan bi van xebatan ew e ku hem serkeftina akademîk a xwendekaran bilind bikin û hem jî wan ji bo paşerojê amade bikin.

“Em armanc dikin ku fikarên xwendekaran ên der barê azmûnê de kêm bikin”

Saman diyar kir ku ew ê di tevahiya pêvajoya azmûnê de çalakiyên bi vî rengî bidomînin û got: “Di akademiyên xwe de em xwendekarên zanîngeh û dibistana navîn ji bo azmûnan amade dikin. Em li Akademî Sûrê bi 300, li Akademî Huzurevlerî bi 120 û li Akademî Çermûkê jî bi 60 xwendekaran perwerdeya xwe didomînin. Bi çalakiya îro, em armanc dikin ku hem motîvasyona xwendekarên xwe yên YKS'ê yên ku ji meha îlonê ve wan amade dikin bilind bikin, hem jî bi anîna wan a cem xwendekarên ku ev kar bi ser xistine, fikarên wan ên der barê azmûnê de kêm bikin.”

‘Armanca min fakulteya bijîşkî ye’

Şevval Savcı ya ku li Akademî Sûrê ji bo azmûnan amade dibe, diyar kir ku par di meha tebaxê de bi îlana Şaredariya Bajarê Mezin pêngava xwe avêtiye Akademî Sûrê. Savcı anî ziman ku ew ji ber derfet, çavkanî û nêzîkatiya mamosteyên akademiyê memnûn e û wiha got: “Ez difikirim ku ez bi awayekî baş bi pêş de diçim. Di destpêka serdemê de ez ne pir baş bûm, kêmasiyên min hebûn. Min ew kêmasiyên xwe bi rêberiya rast girtin. Niha armanca min fakulteya bijîşkî ye. Ez di wê rêyê de dimeşim û ez bawer dikim ku ez dikarim bikim.” Savcı ji ber derfetên hatine peydakirin spasiya Şaredariya Bajarê Mezin kir.

‘Di hejmara netên min de zêdebûnek çêbû’

Ayberk Küçüksarnıç jî ku diyar kir ji ber derfetên madî yên kêm serî li akademiyê daye û hatiye qebûlkirin, destnîşan kir ku ew di hawîrdoreke pir bi dîsîplîn de dixebitin û wiha got: “Tu carî me kêm nahêlin. Bi her awayî li pişta me ne. Mamosteyên me yên rêberiyê sağ bin, pir bi me re eleqedar dibin. Ji dema ku ez hatime ve di hejmara netên min de zêdebûneke mezin çêbû. Di meha hezîranê de di YKS'ê de ez ê bi saya Akademiyê beşa ku ez dixwazim, ango Endezyariya Balafirvaniyê qezenc bikim. Min ev xebat ji bo xwendekaran pir bikêrhatî dîtin. Şaredariya me sağ be her tişt amade kiriye.”

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery