Print this page

Ciwan pîşeyên dîjîtal nas dikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi projeya “Ciwanên Îro Pîşeyên Paşerojê” ciwanan bi pîşeyên serdema dîjîtal re dighîne hev. Şaredarî armanc dike ku bi bernameya li Navenda Ciwanan a Dîjîtal (DÎGEM) ciwan bibe xwedî pîşe û di jiyana karkirinê de destpêkek bihêz bikin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi fînansekirina Yekîtiya Ewropayê û bi hevkariya Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) û Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB), projeya "Ciwanên Îro Pîşeyên Paşerojê" dimeşîne. Di çarçoveya bernameya ku li DÎGEM’ê de bê meşandin, ciwanên 18-29 salî yên ku naxebitin; dê di qadên stratejîk ên wekî e-bazirganî, analîstiya daneyan û hişê çêkirî (AI) de perwerdeyê bibînin. Bi vî awayî dê hem bibin xwedî pîşe hem jî bi awayekî zanyar û serwextbûyî dest bi kariyera xwe bikin.

Serlêdan heta 25ê Nîsanê ne

Bernameya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve tê koordînekirin, dê ji bo hejmareke kêm a ciwanan be. Ji bo her beşekî 15 kursiyerên esîl û 5 kursiyerên yêdek dê bên qebûlkirin. Serlêdan dikarin heta 25ê Nîsanê bi ser malpera www.cevrimiciegitim.org werin kirin.

Belgeya beşdarbûnê ji bo kursiyerên serkeftî

Perwerde dê di 4ê Gulanê de li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê dest pê bikin. Di dawiya bernameyê de, ji bo kursiyerên ku serkeftî bin dê belgeya beşdarbûnê were dayîn.

Bername ciwanan ji bo paşerojê amade dike

Ev bername armanc dike ku ciwan ne tenê ji bo îro, lê ji bo paşerojê jî werin amadekirin. Beşdar dê li derveyî feraseta bazirganiya klasîk, fêrî vebûna bazarên cîhanî bibin. Her wiha bi saya analîza daneyan, dê fêr bibin ka agahî çawa dibe encamên watedar, çawa beşdarî pêvajoyên biryarên stratejîk dibin û daneyên bidestxistî çawa bi bandor rapor dikin.

Wekî din di perwerdeyan de, li ser mijarên bingehîn ên teknolojiya serdemê wekî hişê çêkirî (jîrahiya destkird) û fêrbûna makîneyê agahiyên pratîk werin pêşkêşkirin.

Ev proje wekî gaveke giring tê dîtin ku potansiyela ciwanan derxe holê û wan ji bo pîşeyên paşerojê amade bike.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery