Li Pîranê hevdîtina muxtaran: Bikaranîna rast a avê berpirsyariya me hemûyan e

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, li Pîranê bi muxtaran re rûnişt û bal kişand ser wê yekê ku ji bo av bi teserûf were bikaranîn, nabe ku ava vexwarinê di avdana çandiniyê de were bikaranîn.

Civînên muxtaran ên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel ve bi feraseta rêveberiya herêmî ya beşdar têne organîzekirin, li navçeya Pîranê berdewam kir. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, Hevşaredarê Pîranê Haci Akengîn, Hevberdevkê Meclîsa DBB’ê Ayhan Karatekin, endamên meclîsê, serokên daîreyan û muxtarên taxan beşdarî hevdîtina li Salona Civînê ya Şaredariya Pîranê bûn.

'Kêmasiya abonetiyê li gundan astengiyê dixe pêşiya xizmetê'

Hevşaredar Hatun di civînê de axivî, bal kişand ser pirsgirêka avê û pergala abonetiyê; wî diyar kir ku li taxên gundewarî (li gundan) nebûna abonetiya avê, hilberîna xizmetê zehmet dike. Hatun bal kişand ser hesabdayîna di bikaranîna çavkaniyên giştî de û destnîşan kir ku ew dikarin tenê li wan derên ku bi fermî aboneyên wan hene veberhênanê bikin; lê li hin gundan yek aboneyek jî tune ye û ji ber vê yekê ji aliyê qanûnî ve gihandina xizmetê ne gengaz e.

Hevşaredar Hatun ji muxtaran xwest ku ji bo qeydkirina aboneyan li gundan berpirsyariya xwe bînin cih û destnîşan kir ku li gundekî hebûna aboneyekî tenê jî, ji bo gihandina xizmetan xwedî giringiyeke mezin e.

'Xebat ji Pîranê hatin destpêkirin'

Hevşaredar Hatun diyar kir ku xerckirina bêhiş a ava vexwarinê dibe sedema pirsgirêkên giran û got ku heke av rast neyê bikaranîn, dê bendav jî têrê nekin. Hatun destnîşan kir ku nabe ava vexwarinê di avdana çandiniyê de were bikaranîn û agahî da ku di çarçoveya veberhênanên binesaziyê de, îhaleya projeyên tesîsên parzûnkirinê yên ku 8 navçeyan digire nav xwe hatiye kirin û xebat ji Pîranê hatine destpêkirin.

Her wiha Hatun anî ziman ku piştgiriyên civakî yên ji bo malbatên xizan berdewam dikin û bang kir ku welatiyên hewcedar ji wan re werin ragihandin.

Muxtaran daxwazên xwe anîn ziman

Muxtarên ku di civînê de mafê axaftinê girtin; pirsgirêkên wekî rê, kevirên parkeyê, binesazî, av, peyarê, heywanên kolanan û mijarên cuda yên li gundan anîn ziman. Muxtaran her wiha diyar kirin ku heke yekeyên peywendîdar li qadê bêtir lêkolînan bikin, pirsgirêk beriya ku mezin bibin dikarin werin çareserkirin û destnîşan kirin ku ev civîn ji bo vê yekê giring in.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30