Print this page

Rêyên ku ji ber barînan xira bibûn tên nûkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo kêmkirina ziyana ku ji ber mercên neyînî yên hewayê çêbûne, li çar navçeyên navendî xebatên xwe yên lênihêrîn û tamîrkirinê bêyî navber didomîne.

Serokatiya Daîreya Çêkirin, Lênihêrîn û Tamîrkirina Rêyan, ji bo çareserkirina deformasyonên rêyan ên ku li seranserê bajêr ji ber baran û guherîna germahiyê çêbûne, li navçeyên Rezan (Baglar), Peyas (Kayapinar), Sûr û Bajarê Nû (Yenişehir) xebatên xwe didomîne.

Li gorî lêkolînên qadê yên tîman û daxwazên welatiyan, li xalên diyarkirî bernameyeke xebatê ya plankirî hate destpêkirin. Xerabûnên li ser arterên sereke û rêyên taxan di demeke kurt de hatin tespîtkirin û mudaxele lê hate kirin.

Çal û qadên xerabûyî tên tamîrkirin

Di çarçoveya xebatan de rûyên rêyan ên xerabûyî tên nûkirin; çal û deformasyonên ku ewlehiya ajotinê dixin xeteriyê jî bi rêbaza pîne asfaltê tên çareserkirin. Tîmên ku ji bo herikîna trafîkê neyê astengkirin li gorî bernameya diyarkirî dixebitin, ji bo veguhastineke ewle û rehet a welatiyan hewleke mezin didin.

Tîman li kolanên Fatih, Nukhet Coşkun, Gorsel, Goçmenler, Cemiloglu, Newroz, Mezarlik, Bediûzzaman, Abdulkadir Aksu, Dr. Yazicioglu, Înaloz, Kibris, Turistik, Meya Farqîn, Tekel, Pasûr û Lîseyê; her wiha li bulwarên Firat, Mahabad, Mezopotamya, Necmettin Erbakan û Qamişloyê xebatên lênihêrîn û tamîrkirinê pêk anîn.

Wekî din, li kolanên Karanfil 6, 7 û 8an û li Kolana Bagcilar 1209/1, Rêya Kevin a Mêrdînê û Rêya Kevin a Sêweregê jî xebat hatin qedandin.

3 hezar metre kevirê bordurê û 2 hezar metreçargoşe raxistin hatin tamîrkirin

Di çarçoveya xebatên hatine kirin de 3 hezar metre kevirê bordurê û 2 hezar metreçargoşe raxistina erdê hatin tamîrkirin.

Serokatiya Daîreya Çêkirin, Lênihêrîn û Tamîrkirina Rêyan, bi armanca zêdekirina ewlehiya veguhastinê û bilindkirina kalîteya rêyan, dê xebatên xwe yên lênihêrîn û tamîrkirinê li seranserê bajêr bêyî navber bidomîne.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery