Çiyayê Meqamê Zulqêf yê li navçeya Erxeniyê, bi guldexwînên ku di nav zinaran de şîn dibin, bihara xwezayê vediguherîne şahiyeke dîtbarî.
Çiyayê Meqamê Zulqêf yê ku li ser sînorê gundê Kenêra Mezin ê navçeya Erxeniya Amedê ye, bi hatina biharê re bi guldexwînên (şilêr) xwe balê dikişîne. Ev riwekên endemîk ên ku li herêma çiyayî ya ku zinarên rêzkirî serdest in şîn dibin, di serdema xwe ya kurt a kulîlkdanê de herêmê wekî kaxizeke rengîn dixemilînin.
Mêvan bi wesayîtan di nav hin taxên navçeyê re derbas dibin û xwe digihînin bintara Çiyayê Meqamê Zulqêf, piştre jî bi rêyên peyatî ber bi lûtkeyê ve hildikişin. Guldexwînên ku di nav rûyên zinaran de serî hildidin, bi taybetî li şaxên nêzî lûtkeyê zêde dibin û li qadên fireh belav dibin.
Guldexwîn bi qurmên xwe yên dirêj û kulîlkên xwe yên ku ber bi jêr ve daliqandî ne, li ser zemînê zinaran nakokiyeke dîtbarî ya diyar ava dikin. Ev gulên ku carna wekî komên çir şîn dibin, bi tevna xwezayî ya çiyê re dibin yek û ji bo dildarên wênekêşiyê dîmenên bêhempa pêşkêş dikin.
Herêm, her sal di mehên biharê de dibe yek ji rawestgehên welatiyan û kesên ku meşa xwezayê dikin; di heman demê de ew qadên ku guldexwîn lê ne, wekî herêmên ji aliyê ekolojîk ve hesas tên qebûlkirin.
Werger: Omer Dilsoz
Â
