Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi dirûşma “Bibeze, Bilîze, Parve Bike: Werziş li Kolanê” Şahiya Werzişê li Kolanan da destpêkirin. Bi vê xebatê, zarok û ciwanên li taxên ku gihîştina wan a qadên werzişê kêm in, li kolanan bi werzişê re digihîjin hev. Ev çalakî hem aktîvîteya fîzîkî teşwîq dike hem jî piştgiriya civakî xurt dike.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi germbûna hewayê re ji bo zarok û ciwanan rêzeçalakiyên nû yên ku kolanan bi werzişê re dixemilînin, xist meriyetê. Şahiya ku bi dirûşma “Bibeze, Bilîze, Parve Bike: Werziş li Kolanê” dest pê kir, bi sedan zarokan rojeke tije şahî û liv û tevger derbas kir.
Hevdîtina ku girêdanên civakî xurt dike
Çalakiyên ku bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzişê tên birêvebirin, bi taybetî gihîştina zarok û ciwanên li taxên kêmderfet armanc dike. Bi vî aliyê xwe ve ev çalakî ne tenê werzişê teşwîq dikin; di heman demê de vediguhêzin xaleke hevdîtinê ku girêdanên civakî xurt dike.
Bi saya vê xebatê, xurtkirina çanda werzişê ya di asta taxan de, naskirina werzişvanên jêhatî û zêdekirina piştgiriya civakî tê armanckirin. Werziş êdî ne tenê di nav tesîsan de, di nav dilê taxan de jî tê kirin.
Rawestgeha yekem Ben û Sen e
Destpêka çalakiyên ku bûne wekî kevneşopiyekê, îsal li taxa Ben û Senê ya navçeya Yenîşehîrê hat dayîn. Ev çalakiya ku nîşan dide werziş li her derê dibe, zarokên di navbera 6-14 salî û ciwanên 15-25 salî li xwe digire.
Kolan veguherîn qadên lîstikê
Bi saya platformên portatîf ên ku li qada şahiyê hatin avakirin, zarok û ciwan bi şaxên wekî futbol, basketbol, voleybol, tenîsa masê û badmîntonê re rûbirû bûn. Her wiha dîwarê hilperînê, trambolîn, atolyeyên lîstikên hiş û zekayê û aktîvîteyên muzîkê jî rastî eleqeyeke mezin hatin.
‘Em ê werzişê li her taxê belav bikin’
Midûrê Şaxa Xizmetên Ciwan û Werzişê Çetin Hasgumuş, der barê xebatan de agahî da û diyar kir ku di salên 2024 û 2025an de wan li her derê bajêr hêza werzişê ya yekker bi kar aniye. Hasgumuş got: “Piştî şert û mercên giran ên zivistanê, ji bo zêdekirina jêhatiya civakî ya zarok û ciwanên me em dîsa li qadê ne. Bi piştgiriya Hevşaredarên me, em ê di seranserê havînê de li derveyî tesîsan bi gelê xwe re bin.”
Şahî bi çavên zarokan
Zarokên ku qehremanên sereke yên şahiyê ne, ji vê derfetê gelekî kêfxweş bûn. Oguzhan Pala yê beşdarî şahiyê bû, diyar kir ku ev rêxistinbûn wan pir şa kiriye û got: “Me pir lîst, xwezî her roj hebûya.”
Zarokê bi navê Yusuf Turkekul jî spasiya Şaredariya Bajarê Mezin kir û wiha axivî: “Me çalakî pir eciband. Em ji Şaredariya Bajarê Mezin hewzek û sahayeke çîmê dixwazin.”
Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzişê, li gorî bernameya xwe ya xebatê dê li taxên cuda yên bajêr çalakiyên werzişê bidomîne.
Werger: Omer Dilsoz