Lijneya Rêveberiya Konseya Bajêr civîna meha nîsanê pêk anî

Lijneya Rêveberiya Konseya Bajêr a Amedê, civîna xwe ya meha nîsanê di bin serokatiya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê û Hevserokê Konseya Bajêr Dogan Hatun de pêk anî.

Civîna Lijneya Rêveberiyê li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê hat lidarxistin. Di civînê de bi beşdariya endamên lijneyê, xebat û faaliyetên Meclîsa Bajêr ên meha adarê hatin nirxandin. Di pêşandana ku hat kirin de, derbarê xebatên qediyayî û projeyên ku hêj berdewam dikin de agahî dan endamên lijneyê.

Di rojeva civînê de her wiha agahdarkirinên Sekreterya û Komîsyona Kongreyê jî hebûn. Di civîna ku xebatên komîsyonê hatin nirxandin de, amadekariyên 33. Civîna Giştî ya Asayî ya Bijartinê ya Konseya Bajêr ku dê di meha gulanê de bê kirin, hatin gotûbêjkirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30