Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo berbijêrên ku kursa amadehiya E-KPSS’ê qedandine, bi armanca zêdekirina beşdariya kêmendamên di qada îstihdama giştî de, hem ezmûneke ceribandinê hem jî çalakiya moralê li dar xist. Berbijêran di şert û mercên ezmûna rastîn de xwe ceribandin û di heman demê de stresê xwe kêm kirin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Kêmendam û Kalûpîran, ji bo kêmendam di saziyên giştî de werin îstihdamkirin, kursa amadehiya E-KPSS’ê ya bêpere vekiribû. Ji kursên ku nêzî 6 mehan berdewam kirin, 200 kêmendamên ku mezunên dibistana navîn, lîsans û lîsansa bilind in sûd wergirtin.
Atmosfêra ezmûna rastîn ceribandin
Ji bo kursiyerên ku di warên tirkî, matematîk, dîrok, coxrafya û destûrê de ji mamosteyên pispor perwerde dîtin, beriya ezmûna E-KPSS’ê ya ku dê di 19’ê Nîsanê de were kirin, ezmûneke ceribandinê hat organîzekirin. Di ezmûna ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê hat kirin de 65 kursiyer amade bûn; derfet hat dayîn ku beşdar atmosfêra ezmûna rastîn biceribînin û asta xwe bipîvin.
Stresa ezmûnê cihê xwe da şahiyê
Ji bo ku westandina pêvajoya amadehiyê ya dijwar were avêtin û motîvasyona berbijêran derkeve asta herî bilind, organîzasyoneke bi xwarin û muzîk hat lidarxistin. Kursiyerên ku li Sumerparkê hatin cem hev, beriya ezmûnê moral berhev kirin û stresa xwe avêtin.
Beşdariya 200 kesî, bernameyeke perwerdeyê ya gur
Di kursên ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê hatin meşandin de nêzî 200 kesî navê xwe qeyd kirin û 80 xwendekar bi awayekî çalak perwerde dîtin. Di çarçoveya bernameyê de 24 ezmûnên ceribandinê, xizmetên rênîşandaniyê, pirtûk û bankayên pirsan bi awayekî bêpere pêşkêşî kêmendaman hatin kirin.
‘Me armanc kir ku em fikarên xwendekaran kêm bikin’
Midûrê Şaxa Kêmendaman Emin Baran diyar kir ku kursên wan ên bi armanca îstihdama kêmendaman hatibûn vekirin, îro bi dawî bûne. Baran anî ziman ku di dawiya kursê de wan provayeke di kalîteya ezmûna rastîn de amade kiriye û wiha got:
“Nêzî 200 kesî serî li kursên me da û 80 xwendekar bi awayekî çalak jê sûd wergirtin. Îro 65 xwendekar beşdarî ceribandina me bûn. Bi vê ezmûnê me armanc kir ku fikarên xwendekarên xwe kêm bikin û bila ew rewşa xwe bibînin.”
‘Em serkeftinê ji bo hemû berbijêran dixwazin’
Baran destnîşan kir ku wan moral û motîvasyona xwendekaran jî hesibandiye û ji ber vê yekê organîzasyoneke bi muzîk amade kirine. Baran di dawiya axaftina xwe de ji bo hemû kêmendamên ku dê di 19’ê Nîsanê de bikevin ezmûna E-KPSS’ê daxwaza serkeftinê kir.
‘Me perwerdeyeke pir baş dît’
Osman Şahin ê ku beşdarî ezmûnê bû wiha got: “Ez mezunê beşa tenduristiyê me. Di sala 2018’an de mezun bûm, ji wê demê ve li benda tayînê me. Em ji bo perwerdeyê hatin vir. Perwerdeya ku em dibînin pir baş e. Em ji meha Îlonê ve dersan dibînin.”
‘Mîna ezmûna rastîn tê kirin’
Xwendekar Derya Ceylan jî hestên xwe wiha anîn ziman: “Ez mezuna lîsansê me, min rêveberiya giştî xwendiye. Ez kêmendama ortopedîk im. Cara yekem e ez di vê kursê de perwerdeyê dibînim. Ji serê salê ve ez bi perwerdehî têm. Ez destpêkê ji şaredariyê û paşê jî ji mamosteyên me pir memnûn im. Her çend ceribandina dawî be jî, mîna ku ezmûna rastîn be tê kirin. Ez spasiya her kesê ku vê xizmetê pêşkêşî me kiriye dikim.”
Werger: Omer Dilsoz