Festîvala Şanoyê ya Amedê dest pê dike: Ji bo temaşevanan serlêdana qeyda online ya bêheq

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku welatî di 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê de nebin mexdûr, pergala qeyda online ya bêheq da destpêkirin.

11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin (ŞBŞM) ve bi temaya “Ji bo Aştiyê Diyalog” tê organîzekirin, di 22yê Nîsanê de dest pê dike. Festîvala ku dê heta 2yê Gulanê berdewam bike, komên şanoyê yên ji welatên cuda dê li Amedê derkevin ser dikê.

Di çarçoveya festîvalê de dê gelek lîstik, atolye û gotûbêj derkevin pêşberî hezkiriyên hunerê. Piraniya nîşandanan dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê werin lîstin.

Ji bo ku temaşevan di dema festîvalê de lîstikan bi hêsanî bişopînin û rê li ber qerebalixiya zêde bê girtin, pergala qeyda online hate amadekirin. Welatiyên ku dixwazin lîstikan temaşe bikin, dikarin li ser navnîşana jêrîn qeyda xwe bikin û tevlî çalakiyan bibin:

https://banbilet.com.tr/tr/event-groups/11-amed-uluslararas-tiyatro-festivali

Bernameya Festîvalê

Hûn dikarin di ser vê lînkê re bigihîjin bernameya festîvalê:

https://amedtheatrefest.org/program.html?festival_id=1&festival=11.+Festival

 

Image Gallery