Print this page

Projeyên DBB’ê di BELFOR’ê de wek ‘mînakên herî baş ên sepanê’ hatin naskirin

Projeyên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) di warên jin, jîngeh, dîjîtalîzekirin û xizmetên civakî de dane destpêkirin, di BELFOR’ê de di nav mînakên sepanên baş de cih girtin û hatin naskirin.

Forumê Şaredariyan (BELFOR), ku ji aliyê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) ve bi armanca bihêzkirina hevkariya navbera şaredariyan, zêdekirina parvekirina sepanên baş û belavkirina veguhastina ezmûnan di rêveberiyên herêmî de tê organîzekirin, di 16-17’ê Nîsanê de li Enqereyê pêk hat. Ji şaredariyên cuda yên Tirkiyeyê zêdetirî 700 serlêdan hatin kirin û di BELFOR’ê de 225 sepanên projeyan hatin naskirin.

225 proje hatin naskirin

Di Foruma Şaredariyan a ku şaredariyên herêmên cuda yên Tirkiyeyê anîn cem hev de, îsal zêdetirî 700 serlêdan hatin kirin û piştî pêvajoya nirxandinê 225 proje di BELFOR’ê de hatin naskirin.

Di çarçoveya foruma ku du rojan dom kir de; di 21 rûniştinan de di bin sernavên Polîtîkayên Civakî, Polîtîkayên Ciwanan, Şaredariya Demokratîk û Beşdarî, Xizmetên Lênihêrînê, Polîtîkayên Jîngeh û Avê, Modelên Aborî yên Alternatîf ji aliyê Hilberîn û Serfkirinê ve, Başkirina Qadên Giştî û Nûbûnên Zanistî û Teknolojîk de sepanên baş ên şaredariyan hatin naskirin.

Gelek projeyên DBB’ê hatin hilbijartin û naskirin

Di forumê de, gelek xebatên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dane destpêkirin wek "mînakên sepanên baş" hatin hilbijartin û hatin naskirin.

Xebatên polîtîkayên jinan derketin pêş

Sê xebatên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ve tên meşandin, di çarçoveya BELFOR’ê de wek mînakên sepanên baş cih girtin. Pêşniyarên ku di bin sernavên JINKART, Atolyeya Pedên Tên Şûştin "Em bi Dewra Xwe Veguherînin" û Komên Hilberînê yên Piştevaniya Jinan de hatin amadekirin, bi beşdaran re hatin parvekirin. Sepana JINKART’ê bi taybetî bi aliyê xwe yê piştgirîkirina beşdariya jinan di jiyana civakî de bal kişand.

Sîstema rêveberiya bermayiyên dîjîtal hat naskirin

Sîstema Agahdariya Jihevdexistina Bermayiyan a ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Agahdariyê ve hatî pêşxistin jî di forumê de di nav sepanên baş de cih girt. Di pêşkêşiya ku ji aliyê Seroka Daîreyê Berçim Güzel ve hat kirin de hat destnîşankirin ku sîstem armanc dike ku rêveberiya bermayiyan li qadên xizmetê yên şaredariyê û li herêmên pîlot dîjîtal bike.

Hat diyarkirin ku sîstem erkên girîng ên mîna zêdekirina kargêriya vezîvirandinê, avakirina hişmendiyê di warê jihevdexistina li ser çavkaniyê û şopandina pêvajoyan bi awayekî mekanî (spatial) pêşkêş dike û şaredariyên din hatin agahdarkirin.

Di pêşkêşiya derbarê sepana Jinmap’ê de ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Agahdariyê ve hatî pêşxistin de hat gotin ku proje bi armanca "bajarê ewle ji bo jinan" hatiye amadekirin. Di pêşkêşiyê de behsa taybetmendiyên bingehîn ên mîna avahiya wê ya li ser nexşeyê, ragihandina qadên bi rîsk, gihîştina rêyên ewle, derfeta bikaranîna pirzimanî û ewlehiya daneyan hat kirin.

Sepanên gihîştinê û piştgiriya civakî hatin parvekirin

Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran jî bi du xebatên girîng di BELFOR’ê de cih girt. Pirtûkxaneya Dengî ya Gihîştbar û sepana Taksiya Civakî ya ji bo nexweşên kanserê, di nav mînakên sepanên baş ên forumê de hatin pêşkêşkirin.

Hat diyarkirin ku ev xebat gihîştina komên dezavantaj kêmî xizmetan hêsan dikin û têgihîştina şaredariya civakî bi hêz dikin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi projeyên xwe yên nûjen û tevlihev (inklusîv) ên di warên cuda de di BELFOR’ê de bal kişand û piştgirî da belavbûna sepanên baş di warê şaredariyê de.

Sepana Budçeya Beşdar hat vegotin

Di çarçoveya forumê de her wiha sepana Budçeya Beşdar a ku Konseya Bajêr a Amedê bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan dimeşîne hat vegotin û hat diyarkirin ku proje çawa tê meşandin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery