Banga Hevşaredar Hatun a ji bo têkoşîna hevpar a li dijî tundiyê

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, bal kişand ser trawma civakî ya ku êrîşên çekdarî yên li ser dibistanan afirandine û ji bo pêşîlêgirtina tundiyê; ji malbatan heta saziyên giştî, ji rêxistinên civakî heta polîtîkayên perwerdeyê, di her qadê de banga kontrola xurt, berpirsiyariya hevpar û têkoşîneke giştgir kir.

Rûniştina pêncemîn a civîna asayî ya meha nîsanê ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li avahiya xizmetê ya şaredariyê pêk hat. Civîna ku Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun serokatiya wê kir, endamên meclîsê beşdar bûn.

Hevşaredar Hatun: Em ji ber bûyeran gelek xemgîn in

Hevşaredar Hatun di civîna meclîsê de axivî û derbarê êrîşên çekdarî yên li Sêwreg û Mereşê li dijî dibistanan pêk hatine diyar kir ku li ser navê Şaredariya Bajarê Mezin û gelê Diyarbekirê ew di nav xemgîniyeke kûr de ne. Hatun ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rehmê, ji malbatên wan re jî sersaxî xwest. Hevşaredar Hatun destnîşan kir ku ev bûyer di civakê de trawmayên giran diafirînin û wiha axivî:

“Em dixwazin bang li raya giştî ya tevahiya welat bikin. Mixabin, di dema jiyana perwerdeya ciwan û zarokan de ku paşeroja vî welatî ne, rûdana van celeb bûyerên takekesî di civakê de trawmayên cidî diafirîne. Rêya herî yekane ya pêşîlêgirtina van trawmayên cidî, dîsîplîn û kontroleke cidî ye.”

‘Divê lîstikên kompîturê, rêzefîlm û fîlm werin nirxandin’

Hevşaredar Hatun diyar kir ku divê li seranserî welat li dijî naverokên ku tundiyê teşwîq dikin kontrolên hîn tundtir werin sepandin. Hatun bal kişand ku em di serdema teknolojiyê de ne û destnîşan kir ku ji lîstikên kompîturê bigire heta rêzefîlm û fîlmên di televîzyonan de tên weşandin, divê her tişt bi awayekî giştgir were nirxandin. Hatun anî ziman ku ew bawer dikin divê hemû sepanên ku mirovan, ciwanan û zarokan ber bi tundiyê ve dibin an jî wan teşwîq dikin, li seranserî welat di bin kontrol û dîsîplîneke cidî re derbas bibin. Hatun got ku ev celeb bûyerên takekesî bi demê re vediguherin sepanên ku hemû ciwanan teşvîqî tundiyê dikin.

‘Divê li dijî sepanan tedbîr werin girtin’

Hevşaredar Hatun destnîşan kir ku divê malbat hîn bêtir bi zarokên xwe re têkildar bin û ji bo pêşîlêgirtina bûyerên tundiyê bang kir ku saziyên giştî û civaka sivîl berpirsiyariya hevpar bigirin ser xwe. Hatun axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Em daxwaz dikin ku malbat berî her tiştî di hundirê malên xwe de yek bi yek bi zarokên xwe re têkildar bin. Di rewşên ku ji sînorê malbatê derbas dibin de, di serî de em şaredarî, saziyên din ên giştî û rêxistinên civaka sivîl ên ku di qada civakî de xebatan dimeşînin, divê di van mijaran de alîkariya gelê me û malbatên me bikin. Em hêvî dikin ku careke din, di serî de li bajarê me û li welatê me, li tu bajarî û li tu dibistanî bûyerên bi vî rengî rû nedin. Em careke din kesên ku zarokan teşvîqî tûndiyê dikin şermezar dikin. Cihê zarokan qadên perwerdehiyê ne û divê ev qad azad bin. Divê polîtîkayeke perwerdehiyê ya dîsîplînkirî ya ji bo perwerde û pêşerojê hebe. Em ji Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî jî daxwaz dikin ku di vê mijarê de, di serî de polîtîkayên perwerdehiyê, tedbîrên ku rê li ber sepanên ku jiyan û paşeroja zarokan dixe rîskê bigire, werin girtin.”

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery