Print this page

Hevşaredaran beşdarî di vekirina Mala Bîranînê ya Margosyan de kir

Bi beşdariya Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Mala Bîranînê ya Migirdîç Margosyan ku ji bo bîranîna nivîskarê hêja hatiye amadekirin, hat vekirin. Hevşaredar Bucak di axaftina xwe ya li merasîmê de diyar kir ku ev der ne tenê qada nostaljiyê ye; ew "cihekî îradeyê" ye ku temsîla jiyana bi hev re, civaka demokratîk û paşerojeke bê şer û bêistîxlal a ku tê de cudahî dikarin bi hev re bijîn, dike.

Mala Bîranînê ya Margosyan bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Weqfa Dêrên Ermeniyan a Amedê (Surp Giragos û Surp Xidir Îlyas) û Weqfa Nasandin, Çand û Alîkariyê ya Amedê (DÎTAV) hatiye avakirin. Armanca vê malê ew e ku jiyana nivîskar, bîra wî û têkiliya wî ya bi bajêr re ji nifşên paşerojê re bihêle.

Merasîma vekirinê ya ku li Dêra Surp Giragos pêk hat, bi beşdariya Hevşaredaran Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevberdevkê Meclîsa Şaredariyê Ayhan Karatekin, endamên meclîsê, Serokê Şaxa DÎTAV’ê ya Amedê Şeyhmus Diken, Metran Aram Ateşyan, Cîgirê Serokê Weqfê Ohannes Gafur Ohanyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatiyan hat lidarxistin.

Hevşaredar Bucak: Em Margosyan di mala wî de careke din pêşwazî dikin

Hevşaredar Serra Bucak bal kişand ser girîngiya hestyarî ya vê kêliyê û got: "Ji bo me kêliyeke pir biqîmet, hestyar û girîng e. Em nivîskarê mezin Migirdîç Margosyan îro li mala wî pêşwazî dikin. Em îro li vê dera biçûk bi hezkiriyên wî, bi ciwanên ku wî dixwînin, bi gelê ermenî, kurd û suryanî re careke din dibêjin silav ji Migirdîç Margosyan re. Belkî mekân biçûk be, lê ev dêr mala wî ye."

‘Margosyan navê girîng ê bîra pirçandî ye’

Bucak bi bîr xist ku mekanên ku di bîra hevpar a bajêr de xwedî cihekî girîng in, di paşerojê de derbasî gelek zehmetiyan bûne û wiha dewam kir: "Migirdîç Margosyan di 2’yê Nîsana 2022’yan de ji nava me bar kir. Nivîskarekî pir hêja û girîng bû. Ev der dergûşa wî bû, zarokê vî bajarî bû. Wî di hemû pirtûkên xwe de peyamên pir girîng da gelê ermenî, kurd, suryanî û hemû gelên ku vîna pêkvejiyanê nîşan dane."

‘Karê me bi bîrxistina jiyana pirzimanî û pirçandî ye’

Hevşaredar Bucak bal kişand ser pêkhateya pirzimanî û pirçandî ya bajêr û got: "Karê me ew e ku ji îro pê ve ji ciwanan re, ji hezkiriyên edebiyatê re, ji kesên ku dixwazin mîna wî binivîsin, yên ku dixwazin bi kurdî, ermenî yan bi zimanên din binivîsin re bîr bixin ku ev bajar û ev mekân cihekî pirzimanî, pirneteweyî û pirçandî ye."

‘Ev der cihekî îradeyê ye’

Bucak axaftina xwe bi van gotinan qedand: "Em dixwazin tekez bikin ku ev der cihekî îradeyê ye. Ji bo nîşandana ku jiyana bi hev re, paşeroja demokratîk û cîhaneke bêşer û bêistîxlal mumkin e, ev der derfeteke girîng e. Ez spasiya hemû hevalên ku di vê projeyê de piştgirî dane û fikir anîne dikim."

Di bernameyê de Serokê Şaxa DÎTAV’ê Şeyhmus Diken, Metran Aram Ateşyan û Cîgirê Serokê Weqfê Ohannes Gafur Ohanyan jî axaftinek kirin. Piştî axaftinan, vekirina Mala Bîranînê ya Margosyan hat kirin û beşdaran derdorê geriyan.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery