Di çarçoveya polîtîkayên jin-navendî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, 50 jinên ku beşdarî projeya "Perwerdeya Ehliyeta Şofêrtiya Otobêsê" bûbûn, perwerdeya xwe ya ajotina wesayîtên giran temam kirin. Jinên ku armanc dikin pêşdarazên li ser qada veguhastinê ya ku di bin serweriya mêran de ye bişkînin, bal kişandin ser girîngiya dîtbarbûna jinan di hemû qadên giştî de.
Bi projeya "Perwerdeya Ehliyeta Şofêrtiya Otobêsê" ya ku ji bo azadkirina zayendê di veguhastina komî de û xebitandina jinan, ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan û Serokatiya Daîreya Veguhastinê ve hatiye amadekirin, 50 jin tev li perwerdeya ajotina wesayîtên giran bûn. Jinên ku piştî pêvajoya serlêdan û hevpeyvînan tev li projeyê bûn, hem bi perwerdeya teorîk hem jî bi ya pratîk xwe ji bo şofêrtiya otobêsê amade dikin.
Di çarçoveya projeyê de, di navbera 26ê Îlonê û 10ê Cotmeha 2025an de 473 jinan serlêdan kiribû. Di encama nirxandinan de, 50 jinên ku li Amedê dijîn, bi awayekî çalak wesayît bi kar tînin û xwediyê ehliyeta sinifa B ne û di navbera temenê 24-35 salî de ne, hatin qebûlkirin.
Perwerde bi 5 koman ve dewam dike
Perwerdeyên ku di 5 koman de têne meşandin, di 9ê Sibatê de dest pê kirin. Di bernameya ajotinê ya tûj a 16 saetan de, jinan zanîna xwe ya teknîkî û jêhatîbûna xwe ya pratîk a li ser bikaranîna wesayîtên giran pêş xistin. Dema ku tê plankirin perwerde di rojên pêş de bi dawî bibin, di çarçoveya bernameyê de ji bo namzetên ku di ezmûnê de bi ser neketine, perwerdeya ajotinê ya zêde jî tê dayîn.
‘Divê jin di her qadê de cih bigirin’
Tûgba Bîlmez a ku tev li perwerdeyê bûye, anî ziman ku ev pêvajo ji bo wê ezmûneke girîng bûye û diyar kir ku bernameyê hêz daye wê. Bîlmez anî ziman ku dema ketiye ser dîreksiyonê tu tirs an gumanek nejiyaye û wiha got: “Di tevlêbûna min a vê perwerdeyê de faktora herî mezin malbata min bû, bi taybetî bavê min. Ji ber ku bavê min şofêrê kamyonê bû, ez ji biçûkahiya xwe ve bi wesayîtên giran re mezin bûm. Lewma dema ez ketime ser dîreksiyonê, min tu xerîbî nekir, heta qet netirsiyam.”
‘Me pêvajoyeke pir xweş derbas kir’
Bîlmez a ku anî ziman ku dixwaze jin di hemû qadên giştî de xuyabar bibin, got: “Ez bawer dikim ku jin dikarin her karî bikin û ji binê her tiştî derkevin. Ez ji bo vê derfeta ku Şaredariya Bajarê Mezin pêşkêşî me kiriye, gelek spasiyên xwe pêşkêş dikim. Ez ji niha ve ji hevalên xwe yên ku dê piştî me tev li vê projeyê bibin re serkeftinê dixwazim. Tiştekî ku mirov jê bitirse tune ye. Bi saya perwerdekarên me, me pêvajoyeke pir xweş derbas kir.”
‘Min xewna xwe bi vê projeyê pêk anî’
Elîf Yildiz jî diyar kir ku ew gelek salan e bi awayekî çalak wesayît bi kar tîne û vê projeyê wekî derfetekê ji bo pêkanîna xewna xwe ya ajotina wesayîtên giran dibîne. Yildiz destnîşan kir ku pêvajoya perwerdeyê beşdariyeke girîng daye wê û wiha dewam kir: “Ez tev li perwerdehiya otobêsê ya ku ji bo jinan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye destpêkirin bûm û min bi serkeftî temam kir. Bi saya vê projeyê, gelek jinan xewnên xwe pêk anîn. Gava em rûniştin ser kursiya otobêsê, me hem rêgezek da jiyana xwe û hem jî xewnên xwe pêk anî.”
‘Qalib hatin şikandin’
Yildiz a ku bal kişand ser wê yekê ku ew nêzî 10 salan e wesayît bi kar tîne û êdî armanceke wê ya bikaranîna wesayîtên giran heye, got: “Gava min ev proje dît, ez heyecan bûm. Min serlêdan kir û hatim qebûlkirin. Dema tu dikevî ser dîreksiyonê, tu fêm dikî ku ev ne karê jinan an mêran e. Bi vê projeyê, zexta li ser civakê û ew saziya qalibkirî jî tê şikandin. Girtina ehliyeta wesayîtên mezin ên wekî C an D ji aliyê jinan ve, têgihîştina di civakê de dişkîne. Ev rewş cesaretê dide jinên din jî. Ez hêvî dikim ku ev cure projeyên hanê her tim hebin.”
‘Me têgihîştina ku "jin nikarin wesayîtên giran bi kar bînin" şikand’
Berfîn Bozkuş jî anî ziman ku dema dest bi projeyê kiriye gumanên wê hebûne, lê di dawiya pêvajoyê de baweriya xwe bi xwe aniye. Bozkuş ezmûna xwe bi van gotinan anî ziman: “Ez wekî jinekê bi xwe serbilind im ku min di vê projeyê de cih girt. Ez difikirim ku em ji namzetên jin re pêşengiyê dikin. Têgihîştinek hebû ku jin nikarin wesayîtên mezin bi kar bînin. Lê me ev şikand. Em wekî 50 namzetan perwerdeyan bi awayekî bêkêmasî temam kirin û em gelek kêfxweş in. Jin û mêr dikarin vê pêvajoyê bi awayekî wekhev bimeşînin. Em jin dikarin di her qadê de her tiştî bikin. Her cure projeya ku şaredariya me pêşkêşî me dike, çi otobês be çi çalakiyên din, hemû jin dikarin tê de cih bigirin. Di rewşa normal de jî ajotina min a wesayîtekê ya çalak hebû, lê bi awayekî serkeftî bikaranîna otobêseke mezin ez pirtir kêfxweş kirim. Dema em ketin ber dîreksiyonê, min hestên pir cuda jiyan.”
Werger: Omer Dilsoz
