Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya kontrolên xwe yên ji bo parastina tenduristiya gel de, li kargehekê dest danîn ser gelek berhemên ku tarîxa wan a bikaranînê derbas bûye û ew berhem îmha kirin.
Di kontrolên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Zabiteyê û Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê ve hatin kirin de, hat tespîtkirin ku li kargeheke firotina xwarinê, berhemên ku tarîxa wan derbas bûye tên firotin. Di kontrolên ku li gorî Qanûna Parastina Serfkar ya bi hejmara 6502 hatin meşandin, ew berhemên ku li dijî rêziknameyan li ser refikan hatibûn danîn, yek bi yek hatin lêkolînkirin.
Di kontrolan de hat dîtin ku; ji şîr û berhemên şîr bigire heta xwarinên taştê, ji vexwarinan heta berhemên giyayî, ji beqliyat heta berhemên paqijî û kozmetîkê, tarîxa bikaranînê ya gelek berheman derbas bûye. Ev berhemên ku metirsiyê li ser tenduristiyê çêdikin, bi girtenameyekê hatin qeydkirin û ji bo bên îmhakirin, hatin desteserkirin.
Dest danîn ser bi sedan berhemî
Di lêkolînên tîman de hat tespîtkirin ku tarîxa bi sedan berhemên di kategoriyên cuda de derbas bûye. Bi taybetî şîr, penêr, mast, vexwarin, cureyên çayê, berhemên qehweyê, rîçal, hingiv, dims, sos û gelek xwarinên pakêtbûyî, her wiha hin berhemên kozmetîk û paqijiyê jî bi awayekî neqanûnî li ser refikan hatine hiştin.
Karûbarên hiqûqî hatin destpêkirin
Ji bo berhemên ku hatine tespîtkirin tutanakên hûrgilî hatin amadekirin û li gorî rêziknameya têkildar, karûbarên îdarî hatin destpêkirin. Di encama kontrolan de, derbarê wê kargeha ku berhemên tarîxderbasbûyî yên ku tenduristiya gel dixe xeterê de hiştibû, karûbarên hiqûqî hatin kirin.
Kontrol dê berdewam bikin
Serokatiya Daîreya Zabiteyê diyar kir ku ji bo welatî bigihîjin xwarinên saxlem û ewle, dê kontrolên li seranserê bajêr bênavber berdewam bikin. Her wiha ji welatiyan hat xwestin ku di dema kirînê de li ser tarîxên berheman hişyar bin.
Werger: Omer Dilsoz