Print this page

Şaredariya Bajarê Mezin, eşyayên winda digihîne xwediyên wan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, eşyayên ku di wesayîtên veguhastina giştî de tên jibîrkirin, bi awayekî hûrgilî diparêze û digihîne xwediyên wan. Di vê çarçoveyê de, çanteyeke ku gelek zêr tê de bûn, piştî lêkolînan bi girtenameyekê radestî xwediyê wê hat kirin.

Eşyayên ku di wesayîtên veguhastina giştî de tên jibîrkirin, ji aliyê şofêran ve tên radestkirin û yên ku agahiyên têkiliyê yên xwediyên wan hebin, rasterast digihînin ber destê wan. Welatiyên ku eşyayên wan winda bûne, dikarin bi serlêdana li nuqteyên ku Serokatiya Daîreya Veguhastinê diyar kirine, eşyayên xwe werbigirin.

Çante gihîşt xwediyê xwe

Di vê çarçoveyê de, çanteyeke ku di otobêseke Şaredariya Bajarê Mezin de hatibû jibîrkirin û tê de eşyayên giranbiha hebûn, bi girtenameyekê radestî xwediyê wê hat kirin. Çanteya ku di otobêsê de hatibû dîtin, ji aliyê şofêr ve hat ferqkirin û radestî Amîrtiya Zûmrût Kentê hat kirin. Rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin piştî serlêdanê agahiyên derbarê çanteya winda piştrast kirin û çante gihandin xwediyê wê.

Di nava çanteyê de; 12 bazinên zêr, 4 zêrên tamlîle, 1 zêrê çaryek, 3 zêrên 1 gramî, 1 zincîr, 2 cot guharên zarokan û 1 destbend bi zêrê çaryek hebûn. Çante piştî lêkolîn û pêvajoyên piştrastkirinê, bi girtenameyekê radestî xwediyê wê hat kirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery