Tîmên Agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi amûrên teknolojiya pêşketî û perwerdehiyên berdewam, di nav saniyan de destwerdana qezayan dikin. Her peywira rizgarkirinê, vediguhere têkoşîneke jiyanê ya ku tê de bi demê re pêşbazî tê kirin.
Serokatiya Daîreya Agirkujiyê, bi tîmên xwe yên ku ji bo destwerdana qezayên li seranserê bajêr ava kirine, amûrên teknolojîk ên herî dawî li gorî esasê 7/24 bi kar tîne. Sîstemên nû yên ku li gorî teknolojiyê tên bidestxistin, ji aliyê Amîrtiya Buroya Perwerdehiyê ya Agirkujiyê ve tên şopandin û radestî yekîneyên têkildar tên kirin.
Di xebatên lêgerîn-rizgarkirinê de ku saniye di rizgarkirina jiyanê de xwedî girîngiyeke jiyanî ne, tîm di qezayên trafîkê de dema destwerdana welatiyên di nava wesayîtan de asê mane, sîstemên rizgarkirinê yên elektronîk, hewayî û hîdrolîk ên ku di asta navneteweyî de tên pejirandin, bi kar tînin.
Wesayîtên agirkujiyê şevê dikin roj
Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ku bi veberhênanên dawî fîloya xwe ya wesayîtan û hejmara personelên xwe zêde kiriye, bi taybetî bi "wesayîtên şikandina qezayê" yên ku di destwerdana qezayên trafîkê de tên bikaranîn, balê dikişîne. Tîmên ku digihêjin cihê bûyerê, bi saya bircên ronahiyê û sîstemên jeneratorê yên di van wesayîtan de, şevê dikin mîna rojê.
Şaredariya Bajarê Mezin, wesayîtên lêgerîn-rizgarkirinê yên piralî ku di destwerdana qezayan û bobelatan de roleke krîtîk dileyzin, li hemû istasyonên agirkujiyê amade digire. Bi vî awayî ji bo rewşên awarte yên gengaz, derfeta destwerdaneke lezgîn û bi bandor tê peydakirin.
Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ne tenê bi hêza amûrên xwe, her wiha bi kalîteya personelan jî derdikeve pêş. Tîm bi rêkûpêk di mijarên ewlehiya cihê bûyerê, teknîkên rizgarkirina pêşketî û valakirina lezgîn de ji perwerdehiyên teorîk û pratîk re tên derbaskirin.
Destwerdana 618 qezayan hat kirin
Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê ne tenê di qezayên trafîkê de, di heman demê de di bobelatên xwezayî yên li seranserê bajêr û welêt de jî bi awayekî çalak cih digirin. Di sala 2025an de 503 qeza û di sê mehên ewil ên 2026an de 115 qeza hatin destwerdan.
Amîrê Buroya Perwerdehiyê ya Agirkujiyê Ferhat Kizil da zanîn ku sîstemên jêker û veqetîner ên di wesayîtên rizgarkirinê de bi elektrîk û hîdrolîk dixebitin.
‘Agirkujî pîşeyeke ku bi demê re pêşbazî tê kirin’
Kizil bal kişand ser wê yekê ku amûrên ku ji bo rizgarkirina birîndaran tên bikaranîn dema destwerdanê bi awayekî cidî kêm dikin û got: "Agirkujî pîşeyeke ku bi demê re pêşbazî tê kirin. Sîstemên hîdrolîk û amûrên bi alîkariya hewayê yên ku em di kêliya bûyerê de bi kar tînin, avantaja mezin didin me."
‘Pêwîstiya gelek bûyeran bi performanseke jorî-mirovî heye’
Kizil bi bîr xist ku divê carinan performansek ji hêza mirovî zêdetir bê nîşandan û got: "Yek ji wan hêmanên herî girîng ên ku vê yekê mumkun dike, amûrên em bi kar tînin in. Lewma kalîteya amûran ji bo me xwedî girîngiyeke jiyanî ye."
Kizil anî ziman ku perwerdehiya personelên agirkujiyê piştî perwerdehiyên bingehîn bi perwerdehiyên taybet ên lêgerîn-rizgarkirinê tê dewlemendkirin û personelên ku perwerdehiya xwe temam dikin, li qadê peywir digirin û ezmûnan bi dest dixin.
‘Rêbaza destwerdanê diyarker e’
Kizil bi bîr xist ku di qezayên trafîkê de saniyeyên ewil diyarker in û wiha got: "Di bûyerên ku birîndarên giran hene û rîska ampute (jêbûnê) heye, divê em bi koordîneya tîmên tenduristiyê re bi lez destwerdanê bikin. Em birîndar di zûtirîn demê de bi awayekî ewle derdixin û radestî tîmên tenduristiyê dikin. Lewma saniye ji bo me xwedî nirxeke jiyanî ne."
Werger: Omer Dilsoz