Print this page

Federasyona Demokratên Anatoliyayê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir

Serokê Giştî yê Federasyona Demokratên Anatoliyayê Devran Yîgît Sînanoglu û endamên desteya rêveberiyê, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) kir.

Serokê Giştî yê Federasyona Demokratên Anatoliyayê Devran Yîgît Sînanoglu û endamên desteya rêveberiyê, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun ziyaret kirin. Di serdanê de ku Hevberdevkê Meclîsa DBB'ê Ayhan Karatekin û endamên meclîsê jî amade bûn, der barê xebatên federasyonê de danûstandina fikran hat kirin.

Heyetê der barê xebatên xwe de agahî dan Hevşaredar Hatun û ji bo xebatên ku wê pêk bînin daxwaza piştgiriyê kirin.

Di çarçoveya serdanê de, Sînanoglu pirtûkên ku nivîsandine, pêşkêşî Hevşaredar Hatun kir.

werger: Omer Dilsoz

Image Gallery