Endamên Koma Lêkolîn û Parastina Riwekan a Zanîngeha Dîcleyê (DÛBAK), serdana Şaredariya Bajarê Mezin kirin û Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun vexwendin “Foruma Guhertina Avhewayê û Pirrengiya Zîndeweran.”
Prof. Dr. Cumalî Ozarslan ê ku di bin banê Fakulteya Çandinî ya Zanîngeha Dîcleyê de xebatên xwe dimeşîne, mamosteyê dersê Serdar Erkan û xwendekarên endamên DÛBAKê, serdana Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun kirin.
Ozarslan di serdanê de derbarê “Foruma Guhertina Avhewayê û Pirrengiya Zîndeweran” a ku wê di 22’ê Gulanê de bê lidarxistin agahî da û Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun vexwendin vê çalakiyê.
Di hevdîtinê de derbarê bandorên herêmî yên guhertina avhewayê, parastina pirrengiya zîndeweran û xebatên hevpar ên ku dikarin di vî warî de bên pêşxistin, danûstandina fikran hat kirin.
Di serdanê de Hevserokê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Karatekin, endamên meclisê û Alîkarê Sekreterê Giştî Zerîn Turk jî amade bûn.
Werger: Omer Dilsoz