Print this page

Li Şaredariya Bajarê Mezin kursên Kurmancî û Zazakî dest pê kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya polîtîkaya şaredartîya pirdengî de, bi kursên Kurmancî û Zazakî yên ji bo xebatkarên xwe dabû destpêkirin, armanc dike ku bikaranîna zimanan a li qada giştî xurt bike, wekheviya di xizmetguzariyan de zêde bike û beşdariyê li parastina mîrateya çandî bike.

Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovîn û Perwerdeyê, bi mebesta parastina pirdengiyê, zêdekirina dîtbariya zimanên zikmakî li qada giştî û piştgiriya pirrengiya çandî, ji bo karmendên şaredariyê kursên zimên da destpêkirin. Bi kursên ku di çarçoveya polîtîkaya xizmeta pirdengî ya Şaredariya Bajarê Mezin de hatine bicihanîn, tê armanckirin ku newekheviyên bingeh-ziman ên di xizmetên ji bo welatiyan tên pêşkêşkirin de bên kêmkirin û têkiliyeke berfirehtir were avakirin.

Perwerdeya Kurmancî û Zazakî tê dayîn

Di çarçoveya kursan de ku esas digire nêzîkatiya pirdengî ya di xizmetên şaredariyê de were xurtkirin, perwerdehiya Kurmancî û Zazakî tê dayîn. Bi van perwerdeyan re tê armanckirin ku fermanber bikaribin bi welatiyên ji zimanên cuda re rasterast û bi bandortir têkiliyê deynin û di gihîştina xizmetên giştî de hêsanî were peydakirin.

Kurs wê 3 mehan bidomin

Kursên ku wê sê mehan bidomin, li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê û Salona Civîna Meclîsê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tên lidarxistin. Di çarçoveya bernameyên dersan ên heftane de, beşdar hem perwerdeya zimanê bingehîn werdigirin û hem jî derfeta pêşxistina jêhatîbûnên xwe yên xwendin û nivîsandinê dibînin. Di pêvajoya perwerdeyê de, xebatên pratîkî yên li ser bikaranîna rojane ya ziman jî cih digirin.

Bi xebata ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovîn û Perwerdeyê ve tê meşandin, li gel pêşxistina jêhatîbûnên ziman ên karmendên şaredariyê, tê armanckirin ku piştgirî were dayîn ji bo veguhestina zimanan a di navbera nifşan de, parastina mîrateya çandî û xurtkirina modela şaredartîya pirdengî li ser asta sazûmanî.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi van xebatan hem beşdariyê li parastina pirrengiya zimanî dike û hem jî didomîne ku têgihîştina rêveberiya herêmî ya berfireh belav bike, ku tê de nasname û zimanên cuda li qada giştî wekhev û xuya ne.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery