Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi anketeke rûbirû ya ku bi tevlêbûna hezar welatiyan pêk anî, pêvajoya biryardanê bi awayekî rasterast ji gel re vekir. Di xebata ji 8 pirsan a ku digel nûkirina peyzaj û trafîkê, binesazî û seresaziyê jî vedihewîne, piştgiriyeke xurt ji bo projeya şaredariyê derket holê û daxwazên welatiyan dê li qadê bên bicihanîn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya projeya nûkirina binesazî û joriyasaziyê ya ku ji bo Bulvara Firatê ya li navçeya Kayapinarê plan dike, armanc dike ku bulvarê bike aksêkê veguhastinê yê modern, ewle û rehet. Di çarçoveya projeyê de plankirî ye ku rê bê firehkirin û bibe şeş şerit, peyarêyên modern bên çêkirin, rêya bisiklêtan bê avakirin, binesaziya ava baranê bê nûkirin, pergalên ronahiyê bên modernîzekirin, rêkûpêkkirina derbasgehan û xebatên peyzajê û refujên navîn bên kirin. Şaredariya Bajarê Mezin, li gorî polîtîkaya xwe ya demokratîk û beşdar, projeya ku plan dike rasterast pêşkêşî dengê gel kir. Beriya xebatên nûjenkirinê yên plankirî, ji bo wergirtina ramanên esnaf, niştecihên derdorê û welatiyên ku bulvarê çalak bi kar tînin, xebateke anketê ya berfireh û rûbirû hat kirin.
Bi anketeke ku bi giştî hezar kes beşdar bûn û ji heşt pirsan pêk dihat, ne tenê aliyên teknîkî yên projeyê; aliyên wê yên civakî, çandî, ekolojîk û civakî jî hatin nirxandin û nêzîkatiyeke ku di pêvajoyên biryardanê de beşdarbûnê esas digire, hat nîşandan. Di çarçoveya projeyê de, ji darên ku bên veguhestin heta kevirên parkeyê yên ku bên danîn, hemû hûrgilî hatin pêşkêşkirin bo dîtin û pêşniyarên gel.
‘Bulvar herî zêde ji aliyê niştecihên derdorê ve tê bikaranîn’
Bersivên ku ji pirsa “Hûn Bulvara Firatê bi çi armancê bi kar tînin?” re hatin dayîn, adetên bikaranînê derxistin holê. Ji sedî 80,2yê beşdaran diyar kirin ku ji ber ku di derdora wê de dijîn, bulvarê bi kar tînin. Ji sedî 6,4ê beşdaran wekî rêgeha derbasbûnê, ji sedî 5,2yê ji bo çûna kar an dibistanê, ji sedî 4,8ê di çarçoveya çalakiyên esnafiyê de, ji sedî 1,6ê ji bo kirînê, ji sedî 1ê ji bo werzîş û meşê, ji sedî 0,8ê jî ji bo çalakiyên civakî bulvarê bi kar tînin.
‘Piştgiriya xurt ji bo projeyê’
Piraniya beşdaran bersiveke erênî dan pirsa “Ma hûn projeya ku tê plankirin li Bulvara Firatê bê çêkirin, piştgirî dikin?” Ji sedî 95,6ê beşdaran diyar kirin ku piştgiriya projeya ku şaredariyê pêşkêş kiriye, dikin. Ji sedî 2,4ê beşdaran diyar kirin ku piştgiriya projeyê hinekî dikin, ji sedî 1ê piştgirî nakin, ji sedî 1ê jî bêbiryar in.
‘Ewlehiya peyayan dê zêde bibe’
Bersivên ku ji pirsa “Ma hûn difikirin ku proje dê ewlehiya peyayan zêde bike?” re hatin dayîn, nîşan dan ku hêvî bi piranî erênî ne. Ji sedî 94,8ê beşdaran diyar kirin ku ew difikirin proje dê ewlehiya peyayan zêde bike. Ji sedî 2,6ê diyar kirin ku dê hinekî zêde bike, ji sedî 1,2yê bêbiryar in, ji sedî 1,4ê jî diyar kirin ku dê zêde neke.
‘Li benda tevkariya bo estetîka bajêr e’
Piraniya beşdaran bersiveke erênî dan pirsa “Ma hûn difikirin ku rêkûpêkkirina peyzajê dê tevkariyê li estetîka bajêr a bulvarê bike?”. Ji sedî 95,2yê beşdaran diyar kirin ku rêkûpêkkirinên peyzajê dê tevkariya estetîk li bajêr bike. Ji sedî 2,8ê diyar kirin ku dê hinekî tevkariyê bike, ji sedî 0,8ê bêbiryar in, ji sedî 1,2yê jî diyar kirin ku dê tevkariyê neke.
‘Qezenca herî mezin dê hemû be’
Bersivên ku ji pirsa “Bi projeyê re pêşketina herî girîng dê di kîjan warî de be?” re hatin dayîn, bala kişandin. Ji sedî 84,6ê beşdaran diyar kirin ku proje dê di hemû warên wekî rêkûpêkkirina trafîkê, ewlehiya peyayan, estetîka bajêr û binesaziyê de di heman demê de pêşketinê peyda bike. Ji sedî 5,4ê di rêkûpêkkirina trafîkê de, ji sedî 3,4ê di ewlehiya peyayan de, ji sedî 2,4ê di estetîka bajêr de û ji sedî 4,2yê di warê binesaziyê de dê pêşketin çêbibe.
Nebûna pêşketina vebijêrka derbarê veguhastina bisiklêtan de, nîşan da ku divê di vî warî de polîtîkayên nû yên bo bihêzkirina hişmendî û binesaziyê bên pêşxistin.
‘Pêşîniya welatiyan lez û şefafî ye’
Bersivên ku ji pirsa “Hûn hêvî dikin şaredarî di vê projeyê de di kîjan mijaran de hesas be?” re hatin dayîn, pêşîniyên welatiyan derxistin holê. Ji sedî 69ê beşdaran diyar kirin ku ew li bendê ne ku xebat bi lez bên qedandin. Ji sedî 17,2yê xwestin derbarê pêvajoyê de agahî bên dayîn, ji sedî 7,4ê xwestin darên heyî bên parastin û bi awayekî guncaw bên veguhestin, ji sedî 6,4ê jî xwestin daristaneke nû bê çêkirin.
‘Hêviya bulvareke modern û ewletir’
Bersivên ku ji pirsa “Ma hûn difikirin ku gava proje temam bibe, bulvar dê bibe haleke modern û ewletir?” re hatin dayîn, bal kişandin. Ji sedî 97,2yê beşdaran diyar kirin ku ew beşdarî vê ramanê ne. Ji sedî 1,4ê diyar kirin ku beşdarî vê ramanê nabin, ji sedî 1,4ê jî bêbiryar in.
Daxwazên ku derketin pêş: Veguhastina ewle û temambûna bi lez
Bersivên ku ji pirsa “Pêşniyar û ramanên ku hûn dixwazin derbarê vê projeyê de lê zêde bikin çi ne?” re hatin dayîn, hêviyên welatiyan şênber kirin. Beşeke girîng a beşdaran xwestin ku rêkûpêkkirinên derbarê ewlehiya trafîkê de bên zêdekirin. Welatiyan; daxwaza çêkirina kêsên kêmkirina lezê, zêdekirina derbasgehên peyayan, avakirina pergalên sînyalîzasyonê û başkirina rêkûpêkkirina derbasgehan kirin. Her wiha hêviya ku proje bi lez bê qedandin jî bi awayekî xurt hat anîn ziman.
Encam: Projeya ku bi modela beşdar teşe girtiye
Encamên anketê derxistin holê ku projeya nûjenkirina Bulvara Firatê bi piştgiriyeke xurt a civakî teşe girtiye. Bi vê xebatê hat nirxandin ku Şaredariya Bajarê Mezin pêvajoyên plankirinê rasterast ji tevlêbûna welatiyan re vekiriye û têgihîştina rêveberiya herêmî ya beşdar bihêz kiriye.
Li gorî daneyên ku hatine bidestxistin, tê payîn ku proje ne tenê wekî rêkûpêkkirineke fîzîkî; wekî veguherîneke giştî ya ku ewlehî, estetîk, veguhastin û kalîteya jiyanê bi hev re digire, bê pêkanîn.
Werger: Omer Dilsoz
