Print this page

Piştî 35 salan, li Şêx Xalikanê xeta kanalîzasyonê tê danîn

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Taxa Şêx Xalikanê ya ku binesaziya wê tune ye, piştî 35 salan cara yekem xeta kanalîzasyonê ava dike û pergalekê ava dike ku dê metirsiyên xwezayî bixe bin kontrolê.

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), cihên niştecihbûnê yên ku ji ber nebûna binesaziyê ji bo tenduristiya gel û jîngehê metirsiyê çêdikin, dixe bernameya plansaziyê û destwerdanê dike. Di vê çarçoveyê de, bi avakirina xeta kanalîzasyonê ya ku li Taxa Şêx Xalikanê ya navçeya Sûrê hatiye destpêkirin, barê ava qirêj a ku demeke dirêj bi rêbazên rûerdî dihat rêvebirin, tê veguhestin ser pergaleke girtî û şopandêr.

Armanc kêmkirina zexta jîngehî ye

Xebata ku di çarçoveya "Karê Çêkirinê yê Danîna Xetên Kanalîzasyon û Ava Baranê û Rehabilîtasyona wan a li Taxên Navendî û Gundewarî yên Amedê" de tê meşandin; ne tenê çêkirina xetên nû dihewîne, di heman demê de çarçoveyeke giştî pêşkêş dike ku lênêrîn û tamîrkirina xetên heyî û avakirina pergalên nû li taxên ku binesaziya wan tune ye, vedihewîne. Ev nêzîkatî armanc dike ku belavbûna bêkontrol a ava qirêj li seranserê bajêr sînordar bike û zexta li ser jîngehê kêm bike.

Çêkirina xetê li Şêx Xalikanê li qadê pêş dikeve

Di çarçoveya xebata ku li taxê tê meşandin de, bi giştî 1000 metre xeta kanalîzasyonê û 18 bîrên muayeneyê hatine plankirin. 200 metreyên vê xebatê qediyane; xebatên li 800 metreyên mayî didomin. Tê pêşbînîkirin ku proje di 30ê Nîsanê de biqede. Pergala xet û bîran bi hev re tê amadekirin da ku berdewamiya herikînê û gihîştina lênêrînê were dabînkirin.

Binesaziya kanalîzasyonê ya yekem li taxa 35 salî tê avakirin

Li taxa ku nêzî 35 sal berê hatiye avakirin, barê ava qirêj a 80 nifûs û 10 malan demeke dirêj bi rêbazên kesane dihat birêvebirin. Pirsgirêkên bêhn û hîjyenê yên ku nemaze di mehên havînê de derdikevin holê, wekî encama rasterast a kêmbûna binesaziyê derketin pêş. Digel zêdebûna nifûsê, giranbûna vî barî pêwîstiya destwerdana binesaziyê ya biplan derxist holê.

Bi rêvebirina kontrolkirî ya ava qirêj dê zexta jîngehî kêm bibe

Bi qedandina xebatê re, ava qirêj dê bi rêya pergala girtî were komkirin û bi awayekî kontrolkirî were valakirin. Ev veguherîn dê pêşiya herikîna rûerdî bigire, çêbûna bêhnê sînordar bike û metirsiya qirêjiya jîngehê kêm bike. Pergala ku tê avakirin, dê ji bilî pêdiviya heyî, ji bo geşbûna pêşerojê ya taxê jî kapasîteya binesaziyê pêşkêş bike.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery