Print this page

Hevşaredar Hatun li devera lehî lê rabûyî lêkolîn kir: Em ê binesaziyê bihêz bikin

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, piştî baranên zêde yên li Farqînê bûne sedema ziyanê, li ser cihê bûyerê lêkolîn kir. Hatun diyar kir ku kêmasî hatine tespîtkirin û tekez kir ku ji bo pêşîgirtina li karesatên bi vî rengî, binesazî dê bi awayekî bihêztir û berxwedêrtir ji nû ve were avakirin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, li navçeya Farqînê li cihên ku duh bi baranê re lehî rabûbû, lêkolîn kir. Hevşaredar Hatun ewil çû Şaredariya Farqînê û bi Hevşaredar Kadri Esen re hat bal hev. Hatun diyar kir ku dê her cure piştgirî û alîkarî ji bo welatiyan were peydakirin û her wiha derbarê rewşa kanalîzasyon û binesaziya navçeyê de agahî wergirt.

‘Em ê pirsgirêka binesaziyê ya navçeyê çareser bikin’

Piştî serdana şaredariyê, Hevşaredar Hatun çû deverên ku ji lehiyê bandor bûne û li qadê lêkolîn kir. Hatun bal kişand ser wê yekê ku di 10 salên dawî de xebatên binesaziyê bi têra xwe nehatine kirin û loma tesîsên heyî êdî hewcedariyê pêşwazî nakin û wiha axivî: “Vê salê zivistan pir giran derbas dibe. Pir berf û baran barî. Hêvî dikim ev zivistan êdî zêdetir dirêj nebe. Ji duh ve li Farqînê baraneke pir dijwar dibare. Ji ber vê yekê xetên ava baranê û kanalîzasyonan, vê lehîya ku ji ber baranê çêbûye hilnegirt. Hem li ser rêyan hem jî li xetên drenajê zirar çêbû. Gelê me mexdûr bû. Beriya her tiştî em derbasbûyîna xwe hem li Farqînê hem jî li şaredariya wê dixwazin. Em bi Şaredariya Bajarê Mezin, DÎSKÎ, Navenda Koordînasyona Karesatê û tîmên me yên lênêrîna rêyan hatin vir. Me kêmasî tespît kirin, ji bo ku piştî baranê careke din karesatên bi vî rengî neyên jiyîn, em ê binesaziyê bi awayekî zexmtir ava bikin. Ji ber ku di 10 salên borî de xebatên binesaziyê kêm hatine kirin, tesîsên heyî êdî hewcedariyê pêşwazî nakin, em ê van hemûyan bi hev re çareser bikin.”

Hevşaredar Hatun serdana taxên ku ji lehiyê bandor bûne yek bi yek kir, bi esnaf û welatiyan re hat bal hev û peyama piştevaniyê da; her wiha li deverên ku zirar dîtine lêkolîn kirin.

Di dema lêkolînan de Hevsozê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Karatekin, Hevşaredarê Farqînê Kadri Esen, endamên meclîsê û serokên daîreyan pê re bûn.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery