Print this page

11. Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê sibe dest pê dike

11.Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku di navbera 22ê Nîsanê û 2yê Gulanê de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi dirûşma “Diyalog ji bo Aştiyê” tê lidarxistin, bi beşdariya Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun sibe dest pê dike. Festîvala ku dê komên şanoyê yên ji 19 welatan bîne cem hev, dê bajêr 10 rojan bike qada hevdîtineke hunerî ya pirzimanî û pirçandî.

Festîvala ku di bin koordînasyona Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) de tê lidarxistin, tê de bi giştî 22 lîstik dê bên pêşandan. Dema ku piraniya pêşandanên lîstikan li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bên kirin, hin performans jî li qadên vekirî dê derkevin pêşberî temaşevanan. Di festîvalê de ku hemû çalakiyên wê belaş in, ji bo pêşîgirtina li qelebalixiyê, bilêt dê bi rêya sepana banbiletê bi awayekî belaş bên standin.

Bernameya festîvalê dê ne tenê bi qonaxan re sînordar bimîne. Çalakiyên ku bi gotûbêj, panel, atolye û hevdîtinên hunermendan dewlemend bûne, dê bi anîna cem hev a qadên cuda yên şanoyê, atmosfereke zindî ya çand û hunerê bide bajêr.

Beşdariya ji 19 welatan

Komên şanoyê yên ji 19 welatên wekî Îtalya, Swîsre, Îran, Sûriye, Tûnis, Erebistana Siûdî, Filistîn û Ukraynayê dê heman şanoyê parve bikin. Festîval armanc dike ku bi rêya hilberîna hunerî di navbera erdnîgariyên cuda de diyalog were sazkirin û pêwendiyên çandî werin xurtkirin.

Vekirina festîvalê dê roja Çarşemê di 22ê Nîsanê de saet 19.00an li Muzeya Bajêr a Qonaxa Cemîlpaşa bi resepsiyonekê were kirin. Di vekirinê de ku axaftinên Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun û Serokê ITIyê Jessica Kaahwa dê cih bigirin, dê pêşandana dansê ya koma Uganda Kyente Cultural û dansên gelêrî yên kurdî bên pêşandan.

Giraniya li ser ‘Diyalog ji bo Aştiyê’

Festîvala ku bi temaya “Diyalog ji bo Aştiyê” tê lidarxistin, hêza şanoyê ya avakirina piran di navbera çandên cuda de, zindîhîştina bîra civakî û hilberîna gotinan di demên krîzê de derdixe pêş. Festîval armanc dike ku şanoyê wekî zimanekî hevpar û zemînekî piştevaniyê xurt bike.

Festîval dê ji bilî hunermendan, derdorên akademîk jî bîne ba hev. Beşdarbûnên ji beşên şanoyê yên zanîngehên Berlîn, Sûdan, Ukrayna, Silêmanî û Duhokê dê pêk werin. Lîstik dê bi sernivîsên tirkî, kurdî û îngilîzî bên lîstin. Her wiha xwendekarên lîsansê yên ji zanîngehên Berlînê dê di çarçoveya xebatên akademîk de festîvalê bişopînin.

Hûn dikarin bernameya 11. Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê li ser navnîşana https://amedtheatrefest.org/ê bibînin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery