Hevşaredar Hatun: Ji bo pêşxistina çandinî û heywandariyê em ê 112 golên avdanê yên nû çêbikin

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, di vekirina Fûara Çandinî û Heywandariyê ya Mezopotamyayê de axivî û diyar kir ku ew dixwazin xizmetên di warê heywandarî û çandiniyê de pêş bixin û tekez kir ku ji bo pêşîgirtina li koçberiyê, ew ê 112 golên avdanê yên nû çêbikin.

Vekirina 17emîn Fûara Çandinî û Heywandariyê ya Mezopotamyayê ku bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Mezopotamya Fuarcilikê tê lidarxistin, hat kirin. Di vekirina fûara ku 126 fîrma beşdar bûne de, Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl amade bûn.

‘Koordînasyona di navbera saziyan de divê bihêz bibe’

Hevşaredar Hatun di vekirinê de axivî û diyar kir ku çandinî û heywandarî ji bo herêmê xwedî girîngiyeke stratejîk e û divê koordînasyona di navbera saziyan de bihêz bibe. Hatun bal kişand ser wê yekê ku hevkariya xurt a di navbera saziyên fermî û rêxistinên civaka sivîl de dikare zemîneke serkeftî mîna mînaka Holandayê amade bike.

‘Erdê xwe neşewitînin’

Hatun bal kişand ser şewitandina prêzeyan a ku di mehên havînê de zêde dibe û diyar kir ku ev şewat hem tîmên şaredariyê dixe tengasiyê hem jî berhemdariya axê kêm dike. Hatun bang kir ku prêzeyan neşewitînin û soz da ku heke ev sepan were hiştin, ew ê budçeya geşepêdana gundewarî ji 110 milyonî derxin 220 milyonî û di budceya 2027an de jî dikarin ji sedî 100 zêde bikin.

‘Em dixwazin xizmeta di warê heywandarî û çandiniyê de pêş bixin’

Hatun diyar kir ku ew dixwazin ferqa di navbera navenda bajêr û navçeyan de kêm bikin û got: “Em du sal in hatine ser kar; em dixwazin têkiliya navbera navenda bajêr û navçeyên derve xurttir bikin. Em dixwazin xizmeta di warê heywandarî û çandiniyê de pêş bixin. Me heta niha 49 golên avdanê çêkirine. Me yên xirabûyî jî tamîr kirine. Navçeyên me Çunguş û Çermûgê bi hezaran heywanan xwedî dikin. Em dixwazin koçeriyê ji welat û herêma xwe derxin. Havînê hemû heywanên li vir berê xwe didin zozanên Erziromê; tu feydeya wê ji bajêr re namîne. Ne penîrê wê ne jî mastê wê digihîje me, bi ser de zirarên koçeriyê jî ji me re dimîne.”

‘Haziriya 112 golên nû qediya’

Hatun da zanîn ku ew dixwazin pêşî li koçberiyê bigirin û diyar kir ku haziriya 112 golên avdanê yên nû qediyaye û axaftina xwe wiha qedand: “Ji Çunguş, Çermûg, Çinar, Qerejdax heya Farqînê em dibêjin bila gundiyên me ji warê xwe koç nekin. Ji bo avdana zeviyan û heywanan em ê 112 golên nû çêbikin, me haziriya wê kiriye. Bila yên Holandayê werin ji me nimûneyan bigirin. Çandinî ji me dest pê kir. Ew feraset û hişmendî li nik me heye.”

Vekirina fûarê

Piştî axaftinan, bi birîna kordelayê fûar hat vekirin. Hatun û şandeya pê re li qada fûarê stendgeriyan û bi hilberîneran re sohbet kirin.

DBBê li fûarê stend vekir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî li fûarê stend vekir. Li stenda ku xebatkarên Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan, Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî û Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Paşmayî agahiyan didin ziyaretvanan, fîdên sebzeyan ên belaş li cotkaran tên belavkirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery