Festîvala Şanoya Navneteweyî ya Amedê ya 11'an ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi dirûşmeya "Diyalog ji bo Aştiyê" tê lidarxistin, bi avaniya xwe ya pirdengî û pirçandî, zimanê hevpar ê aştiyê bir ser dikê. Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun tekez kirin ku ev festîval ne tenê çalakiyeke hunerî ye; di heman demê de hevdîtineke bi hêz e ku bîrgeh, berxwedan û îradeya pêkvejiyanê ya bajêr mezin dike.
Destpêka Festîvala Şanoya Navneteweyî ya Amedê ya 11'an a ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, bi resepsiyona li Muzexaneya Bajêr a Qesra Cemîlpaşa hat kirin. Ji bilî Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek hunermend beşdarî resepsiyonê bûn.
Koordînatorê Festîvalê Berfîn Emektar di vekirinê de axivî û spasiya beşdaran kir; ewê diyar kir ku di nava 10 rojên festîvalê de gelek lîstikên cuda wê werin pêşkêşkirin.
'Şano qada diyaloga rastîn e'
Seroka Enstîtuya Şanoya Navneteweyî (ITI) Jessica Kaahwa di axaftina xwe ya vekirinê de diyar kir ku ji bo wê rûmeteke mezin e ku li Amedê di festîvaleke bi temaya aştiyê de cih digire. Kaahwa da zanîn ku ev çalakî ne tenê festîvalek e, di heman demê de helwest û îfadeyeke xurt e.
Kaahwa bal kişand ser wê yekê ku şano ne qada pêşbirkê ya bi desthilatdariyê re ye, berevajî vê, şano stargeheke li derveyî siyaset, propaganda û tirsê ye.
'Amed, di dîrokê de her dem dengê berxwedan û aştiyê bilind kir'
Hevşaredar Serra Bucak bal kişand ser wê yekê ku ev festîval di heman demê de bîranîna bîrgeha bajêr, berxwedan û lêgerîna aştiyê ye. Bucak got: "Bajarê me Amed di dîrokê de gelek tişt dîtin. Gelek êş kişandin, gelek têkoşîn kirin, gelek berxwedan. Qet netirsiyan ku peyamên xwe yên li ser aştiyê û diyalogê bînin ziman."
'Em di nava bîrgehekê de ne'
Hevşardar Bucak bal kişand ser girîngiya cihê ku resepsiyon lê hat kirin û wiha axivî: "Em îro li Qesra Cemîlpaşa ne. Em dizanin ku rojekê li vir jiyan diherikî. Em niştecihên ku piştre dengê wan hat birîn, yên ku hatin sirgûnkirin dizanin. Em di nava bîrgehekê de ne. Ji ber vê yekê îro li vir kombûn, ne tenê vekirinek e; di heman demê de xwedîderketina li vê bîrgehê ye."
'Şano carinan neynik, carinan birîn û carinan rêyek e'
Bucak da zanîn ku ew dixwazin "îhtîmala pêkvejiyanê" mezin bikin û got: "Em ê di nav 10 rojan de bi zimanên cuda biaxivin, lê em ê ji heman cihî hev fêm bikin. Ji ber ku êş, hêvî û aştî; ti ji wan nayê wergerandin. Şano carinan neynik, carinan birîn û carinan rêyek e. Lê her tim li ser mirov, jiyan û civakê gelek tiştan dibêje."
'Em ê peyama aştiyê berdewam bikin'
Hevşaredar Bucak di dawiya axaftina xwe de got: "Aştî ne bi bendemayînê, bi avakirinê pêk tê. Em ê çira ku li ser dikên me vêdikevin, bikin bersiveke li dijî tarîtiyê. Peyv ya me ye, ya we ye, ya hunermendan e. Em ê wê peyama hevpar ji bo aştiyê û jiyaneke wekhev berdewam bikin."
'Festîval wê pira aştiyê ava bike'
Hevşaredar Dogan Hatun jî diyar kir ku festîval wê ji bo aştiyê bibe pireke girîng û got: "Ev festîvala şanoyê wê pireke xurt ji bo aştiyê ava bike. Em hêvî dikin ku ev festîval ji bo hemû gelan bibe rêyeke fireh a ber bi aştiyê ve."
Bernameya 10 rojan
Festîvala Şanoya Navneteweyî ya Amedê di navbera 22'ê Nîsanê û 2'ê Gulanê de dê 10 rojan bidome. Bi beşdariya komên şanoyê yên ji 19 welatan, 22 lîstik wê werin pêşkêşkirin. Bername bi panel, atolye û hevdîtinên hunermendan dewlemend dibe.
Lîstikên şanoyê piranî li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê tên pêşkêşkirin. Hemû çalakiyên festîvalê belaş in û bilêt bi rêya serlêdana 'banbilet' têne girtin.
Werger: Omer Dilsoz