Print this page

Tîmên Mobîl ên Çareseriyê li Qadê ne: Pirsgirêk bi lez tên çareserkirin

Tîmên Mobîl ên Çareseriyê yên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatine avakirin, pirsgirêkên ku li seranserê bajêr hatine tespîtkirin, bi kordînasyona yekîneyên têkildar re bi lez çareser dikin û bi vî rengî kalîteya jiyana welatiyan bilind dikin.

Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel, bi armanca zûtir çareserkirina pirsgirêkên li bajêr, "Tîmên Mobîl ên Çareseriyê" ava kirin. Tîmên ku li seranserê bajêr bi têgihiştina xizmeta mirov-navendî dixebitin, pirsgirêkên ku li qadê tespît dikin, bi kordînasyona digel saziyên têkildar di demeke kurt de çareser dikin.

Di çarçoveya xebatan de; pirsgirêkên têkildarî rê, peyarê, binesazî, paqijiya jîngehê û amrazên bajêr li cihê xwe hatin tespîtkirin û ji yekîneyên têkildar re hatin şandin. Li qadên ku di berpirsiyariya Şaredariya Bajarê Mezin de ne, çareserî rasterast ji aliyê tîmên şaredariya mezin ve tê peydakirin; mijarên ku dikevin qada desthilatdariya şaredariyên navçeyan jî ji wan re tên ragihandin û bi hevkariyê tên çareserkirin.

Di encama xebatên kordîneyî yên tîman de; temîrkirina rêyên xera bûne hat kirin, pirsgirêkên peyarê û qapaxên kanalîzasyonê hatin çareserkirin, nîşaneyên rawestgehan ên xisar dîtine hatin nûkirin. Her wiha di çarçoveya paqijiya jîngehê de, qadên ku bermahiyên medfûn û komên çopê lê bûn hatin paqijkirin û jîngeheke bajarî ya saxlemtir hat avakirin. Ji bilî vê, li ser daxwazên ku ji tax û kolanên cuda hatine girtin, xebatên paqijî û lênêrînê ji aliyê şaredariyên navçeyan ên têkildar ve hatin cîbicîkirin.

Bi saya xebatên çalak ên Tîmên Mobîl ên Çareseriyê li qadê, daxwazên ji welatiyan tên û tespîtên li cihê bûyerê bi lez tên nirxandin û mudaxeleya demûdest li pirsgirêkan tê kirin.

Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel, dê bi xurtkirina hevkariya di navbera saziyan de, xebatên xwe yên ji bo bilindkirina kalîteya jiyana bajêr bidomîne.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery