Print this page

Xeta nû ya veguhastinê di navbera Oglakli û Nexweşxaneya Lêkolînê de dest bi xizmetê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku veguhastina di navbera herêma Oglakli û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl de bigihîjtir bibe, gûzergaheke nû ava kir.

Serokatiya Daîreya Veguhastinê, ji bo ku veguhastina welatiyan zûtir, rehetir û ewletir bike, xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de, xeteke nû ya ku dê di navbera Oglakli û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl de xizmetê bike, hat avakirin.

Xeta nû ya bi navê E-6 dê bi 2 wesayîtan xizmetê bike. Xet, armanc dike ku bi girêdana xalên girîng ên jiyan û tenduristiyê yên bajêr, veguhastina welatiyan hêsan bike.

Li gorî gûzergaha hatî diyarkirin, xet dê bi vî awayî seferan bike:

Oglakli – Çarrêyana 500 Evler – 333 Konutlar – Bulvara Necmettin Erbakan – Cadeya Nazim Hikmet – Bulvara Mezopotamya – Bulvara Firat – Bulvara Necmettin Erbakan – Nexweşxaneya Lêkolînê.

Di xetê de ku sefer dê hem di rojên hefteyê de hem jî di dawiya hefteyê de bi awayekî rêkûpêk bên kirin, seferên yekem saet di 06.40î de û seferên dawî jî di 19.40î de dê bên kirin. Xet dê bi seferên hevdu yên saetane xizmetê bike û dê rojekê bê navber derfetê bide veguhastinê.

Rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin diyar kirin ku bi vê xeta nû re veguhastina di navbera herêma Oglakli û Nexweşxaneya Lêkolînê de dê bigihîjtir bibe û tekez kirin ku xebatên ji bo xurtkirina veguhastina giştî ya li seranserê bajêr dê bidomin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery