Festîvala Şanoyê ya Amedê bi lîstika “Moraşîn”ê dest pê kir

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, lîstika “Moraşîn”ê ya ku di çarçoveya 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê de prîmyera xwe kir, temaşe kirin.

Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT), di çarçoveya 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê de ku bi dirûşma “diyalog ji bo aştiyê” di navbera 22ê nîsanê û 2ê gulanê de tê lidarxistin, lîstika xwe ya nû “Moraşîn” pêşkêş kir.

Berhema ku ji aliyê Ghotbedin Sadeghi ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê hatiye kirin û bi kadroyeke ji 50 lîstikvan û reqsvanên şanoyê hatiye lîstin, ji aliyê temaşevanên ku salona mezin a Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê tijî kiribûn, bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.

Lîstika vekirina festîvalê “Moraşîn”, ji bilî Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, ji aliyê Alîkara Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Muhabbet Erdogmuş, hevşaredarên navçeyan, serokên daîreyan, endamên meclîsê û gelek hezkiriyên şanoyê ve hat temaşekirin.

Lîstik bi jêrnivîsa îngilîzî hat pêşkêşkirin. Piştî nîşandanê, Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun kulîlk dan lîstikvanan û hêviya serkeftinê ji wan re xwestin.

Mijara lîstikê

“Moraşîn” wekî adapteyeke dramatik ku ji çîroka destanî ya kurdî “Xelîlê Genç” (Xelîlê Cwan) hatiye wergirtin, tê ser dikê. Di çîroka ku bi dûrketina Genco û Moraşînê ya ji ber şer û xizaniyê dest pê dike, Moraşîn ji bo bigihîje hezkiriyê xwe, bi çil hevalên xwe yên jin re dikeve rê û kincên mêran li xwe dike.

Rêwîtiya Moraşînê ji heft qonaxên ku bi rîtuelên kevnar hatine honandin, pêk tê. Rawestgehên wekî gundê bêbaran, gundê koran, mêrên bêaqil, helbestvanekî poşman, bûka darîn û daweta bêdeng, wekî qadên rîtuelê hatine sêwirandin û têkoşîna navxweyî û civakî ya karakteran kûrtir dikin.

Lîstika ku evîn, fedakarî, berxwedan û hêmanên mîtolojîk tîne cem hev, bi riya karakterê Moraşînê re mêrxasî û berxwedana jina kurd derdixe pêş; herwiha armanc dike ku bi riya rîtuelan di navbera rabirdû û îro de pireke xurt ava bike.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery