Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di standa ku di Pêşangeha Çandinî û Sewaldariyê ya Mezopotamyayê de vekiriye, 200 hezar şitilên belaş da cotkaran; herwiha bal kişand ser tovên xwecihî û teserûfa avê û berhemên xwezayî yên ku jinan hilberandine, pêşkêşî kirin.
Pêşangeha 17emîn a Çandinî û Sewaldariyê ya Mezopotamyayê ku bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Mezopotamya Fuarcilikê tê lidarxistin û tê de bi sedan fîrma bi cotkaran re tên ba hev, didome.
Xizmetên di warê çandinî û sewaldariyê de hatin vegotin
Di pêşangeha ku armanc dike mîrateya çandiniyê ya bi hezaran salî ya herêmê bi teknolojiya modern re bike yek û hilberînerên xwecihî ji bo bazara cîhanî amade bike, Şaredariya Bajarê Mezin di standa xwe de bi welatiyan re tê ba hev û xizmetên xwe yên di warê çandinî û sewaldariyê de vedibêje.
Daxwazên cotkaran hatin guhdarkirin
Di hevdîtinê de ku tê de xebatên ku Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan, Xizmetên Gundan û Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayî li ser çandinî û sewaldariyê armanc dikin, hevkariyên ku dê bi cotkaran re bêne pêşxistin û pêşniyar û daxwazên welatiyan hatin girtin, şitilên sebzeyan ên belaş hatin belavkirin.
'200 hezar şitilên belaş hatin belavkirin'
Endazyarê Zîraetê Îhsan Akkul ê ku di standa Şaredariya Bajarê Mezin de dixebite, diyar kir ku wan di nav 2 mehên xebatê de li serayan 330 hezar şitilên bacanê sor, îsot, bacanê reş, zebeş û şûtî yên ji tovên xwecihî mezin kirine.
Akkul da zanîn ku wan 200 hezar şitil belaş dane cotkaran da ku tovên xwecihî bên parastin û belavkirin û got: “Em cotkarên ku tên standê dişînin serayên xwe û li wir bêyî pere bidin, şitilan distînin. Armanc kêmkirina girêdayîbûna derve û xwedîderketina li tovên xwecihî ye.”
'Tovên xwecihî xwedî nirxeke ekolojîk in'
Midûra Şaxa Biyolojîk û Çavkaniyên Avê ya Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayî Zuleyha Aydin Balik jî tekez kir ku tovên xwecihî ne tenê nirxeke çandiniyê, di heman demê de nirxeke ekolojîk jî ne. Balik bal kişand ser pirsgirêkên wekî krîza avê û windabûna biyolojîk a herêmê û got: “Parastina berhema çandiniyê ya ku ji rabirdûyê maye, tê wateya parastina ax û avê. Em girîngiyê didin ku em vê zanyarî û ezmûnê bigihînin nifşên paşerojê.”
Balik diyar kir ku ew di çarçoveya pêşangehê de rasterast bi welatiyan re têkiliyê datînin û destnîşan kir ku parastina tovên xwecihî ji bo paşerojeke tendurist krîtîk e.
Ked û xebata jinan vediguhere hilberînê
Xebatên ku di bin banê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan de tên meşandin jî di pêşangehê de cihê xwe girtin. Pispora Nebatên Dermanî û Aromatik Sînem Akyol diyar kir ku keda jinên ku li navendên jiyanê yên jinan tevlî hilberînê bûne, di pêşangehê de tê nîşandan.
Akyol da zanîn ku li pênc navendan bi beşdariya 150 jinan di atolyeyan de sirke, rûn, krem, çay û macûn hatine hilberandin û got: “Em piştgiriyê didin tevlîbûna jinan a di pêvajoya hilberînê de, di heman demê de em hevgirtinê xurt dikin. Pêşkêşkirina van berheman ji bo welatiyan ji bo me xwedî wateyeke taybet e.”
Pêşangeha Çandinî û Sewaldariyê ya Mezopotamyayê dê heta 25ê Nîsanê mêvanên xwe qebûl bike.
Werger: Omer Dilsoz