Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, xebatên peyzaj û rêkxistina derdorê yên ku li seranserê bajêr tên meşandin, ji nêz ve şopand.
Di çarçoveya xebatên Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan de, ketinên bajêr bi dar û şitilan tên hêşînkirin û li refujên rêyan jî xebatên rêkxistinê didomin. Di vê çarçoveyê de Hevşaredar Bucak, xebatên peyzajê yên li ser Rêya Mêrdînê û dewamiya wê Cadeya Qerejdaxê şopand û derbarê xebatan de ji berpirsên yekîneyan agahî wergirt.
Hevşaredar Bucak bi welatiyan re jî hat gel hev, daxwaz û pêşniyarên wan guhdar kir û ji bo çareserkirina pirsgirêkan biryar da ku yekîneyên têkildar bên erkdarkirin. Welatiyan jî ji bo vê eleqeyê spasiya xwe anîn ziman.
Di dema şopandina xebatan de, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serdar Bakiroglu û Alîkarê Sekreterê Giştî Azîz Ozdogan jî pê re bûn.
Li ser Rêya Mêrdînê 28 kîlometre xebata peyzajê didome
Di xebatên peyzajê yên li ser Rêya Mêrdînê de ku bi giştî 28 kîlometreyî (çûn û hatin) digire ber xwe; çandina nebatan, rêkxistina axê ya li refujan, paqijkirina giyayên bejî, çêkirina rêyên peyayan, binesaziya ronahiyê û xebatên pergalên avdanê didomin. Her wiha di beşa di navbera Çerxerêya Qantarê û Fermandariya 8emîn a Jetê ya sereke de, ji bo ewlehiya peyayan xebata sazkirina hesinan (ferforje) berdewam dike. Xebat bi 51 karker û 9 makîneyên kar tên meşandin.
Werger: Omer Dilsoz
Â
