Print this page

Coşa 11’emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê mezin dibe: Sehne, gotin û nîqaş di zik hev de!

Festîvala Şanoyê ya Amedê di roja xwe ya sêyemîn de, bi lîstik û nîqaşên ku têkoşîna jinan û azadiya derbirînê dikin navend, bal kişand.

11’emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ve tê organîzekirin, di roja xwe ya sêyemîn de bi panel û lîstikên şanoyê bi lez û bez dewam kir. Di festîvala ku hêza guhartinê ya hunerê derdixin ser sehnê de, temaşevanan kêliyên hem dihizirînin hem jî bandorker dîtin.

Yek ji çalakiyên sereke yên rojê paneleke bi sernavê “Veguhertina Şanoyê” bû ku moderatoriya wê Sureyya Karacabey kir. Di panelê de ku Seroka Enstîtuya Şanoyê ya Navneteweyî (ITI) Dr. Jessica Kaahwa wekî axaftvan beşdar bû, nêzîkatiya “şanoya beşdar” hat nîqaşkirin. Kaahwa da zanîn ku şano ne tenê qadeke ku tê temaşekirin, her wiha qadeke ku bi hev re tê avakirinê û bal kişand ser girîngiya pêwendiya civakî. Kaahwa bi temaşevanên dilxwaz ên ku vexwendibû ser sehnê re performanseke improvizasyonê pêk anî û pêvajoya ji pevçûnê ber bi têgihiştinê ve bi mînakeke zindî nîşan da. Kaahwa got: “Aştî pêvajoyeke hêdî lê pêkan e” û tekez kir ku divê her kes berpirsyariyê bigire ser xwe.

“Jinên Qehreman” li ser sehnê şopa xwe hiştin

Yek ji berhemên herî balkêş ên festîvalê, lîstika bi navê “Jinên Qehreman – Bîranîna bo Niha” (Mutige Frauen – Erinnern ins Jetzt) bû ku berhemeke hevbeş a pênc şanogerên jin ên ji Swîsreyê bû. Lîstika ku derhênerî û adaptasyona wê ya metnê ji aliyê Anina Jendreyko ve hat kirin, çîrokên jinên ku li hemberî zextan li serdem û erdnîgariyên cuda li ber xwe dane, anî ser sehnê.

Berhema ku ji çîrokên jiyana rast hatiye îlhamgirtin, bi vegotineke xurt nîşan da ku çawa tirs û bêçaretî vediguhere qehremaniyê. Lîstik; bi çavkaniyên îlhamê yên ji Eren Keskin heta Nagihan Akarsel, ji Hevrîn Xelef heta Emma Goldman bal kişand ser xwe; bi performansa Carmen Dalfogo, Berfin Emektar, Ewi Saoulidou û Clémence Gabrielidis li ser sehnê zindî bû. Berhema ku stran, dans û gotin tê de têkel in, temaşevan xiste rêwîtiyeke hem hestyarî hem jî polîtîk û gelek hate ecibandin.

Bi “Lêpirsîna Bahar Noktası” re vegotineke du-tebeqeyî

Lîstikeke din a girîng a ku di çarçoveya festîvalê de hat pêşandan, berhema nû ya BGST Şano “Lêpirsîna Bahar Noktası” bû. Lîstika ku li Salona Mezin a Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê derket pêş temaşevanan, ji wergera “Bahar Noktası” ya Can Yucel a berhema William Shakespeare “Xewna Şeveke Havînê” hatiye girtin.

Lîstika ku rejiya wê ji aliyê ekîbeke kolektîf ve hatiye amadekirin, bi avahiya xwe ya du-tebeqeyî derdikeve pêş. Li aliyekî cîhana efsûnî ya Shakespeare tê pêşandan, li aliyê din jî vegotineke ku bi îfadeyên lîstikvanan û tomarkirinên lêpirsînê ve hatiye hûnandin, tê pêşkêşkirin. Dema ku atmosfera xewnê ya li ser sehnê gav bi gav vediguhere qada lêpirsînê, têkiliya şanoyê ya bi azadiya derbirînê û qada giştî re li ser zemîneke polîtîk a xurt tê nîqaşkirin.

Hevşaredar Serra Bucak lîstika “Jinên Qehreman” temaşe kir

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî lîstika “Jinên Qehreman – Bîranîna bo Niha” (Mutige Frauen – Erinnern ins Jetzt) ku di çarçoveya festîvalê de hat lîstin, temaşe kir. Bucak piştî lîstikê derket ser sehnê û plaket da lîstikvanan û bal kişand ser gerdûniya têkoşîna jinan.

Bucak di axaftina xwe de ev tişt gotin: “Bi rastî jî lîstikeke wiha bû ku nîşan da zimanê jinan çiqas gerdûnî ye; têkoşîna ku ji bo aştî û azadiyê didin çiqas xwedî naverokeke înternasyonal e, jin warê jinê ye û her jinek bîra jineke din e; lîstikeke wiha bû ku nîşan da ev xeta ku ji Nagihanan heta Clarayan dirêj dibe, tu carî naqede.”

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery