Print this page

DBB’ê bi 16 otobêsên nû fîloya xwe ya veguhastinê xurt kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), ji bo xurtkirina xizmetên veguhastina giştî ya bajêr, 16 otobêsên nû têkilî fîloya xwe kirin.

Serokatiya Daîreya Veguhastinê, ji bo bersivdayîna hewcedariyên veguhastinê yên ku bi mezinbûna bajêr re zêde bûne, xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de, 12 ji 16 otobêsên nû hatin wergirtin û ji bo xizmetê hatin amadekirin, 4 otobêsên mayî jî dê di demeke nêz de têkilî fîloyê bibin.

Bi wesayîtên nû re tê armanckirin ku hem qelebalixa li ser xetên heyî bê kêmkirin hem jî xizmeta veguhastinê ya li herêmên nû yên bajêr pêş dikevin, bê zêdekirin.

Otobêsên solo yên 12 metreyî, tê pêşbînîkirin ku bi kapasîteya xwe ya rêwiyan û asta rehetiya xwe, di veguhastina nav bajêr de rehetiyeke mezin çêbikin. Wesayîtên nû dê bi taybetî li ser xetên qelebalix bên bikaranîn û dê beşdariyê li zêdebûna konfêra seferan bikin.

Armanc nûkirina fîloyê ye

Serokatiya Daîreya Veguhastinê, bi kirîna van wesayîtan dixwaze temenê navîn ê fîloya heyî kêm bike û toreke veguhastinê ya modern ava bike. Di vê çarçoveyê de, kirîna otobêsên nû dê heta dawiya salê bidome.

"Ji bo xizmeta bikonfêr û bilez em dixebitin"

Serokê Daîreya Veguhastinê Temel Cengîz, di daxuyaniya xwe ya derbarê kirîna otobêsên nû de got: “Wekî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, me 16 otobêsên nû kirîn da ku li ser xetên xwe yên heyî û li cihên nû yên niştecihbûnê yên ku bi pêşveçûna bajêr re derketine holê, em bi kar bînin. Me 12 heb teslîm girtin, 4 hebên din jî dê di nava 3-5 rojan de li vir bin. Ev otobêsên me yên 12 metreyî yên solo ne. Ji bo ku em fîloya xwe ciwan bikin, dê heta dawiya salê kirîna otobêsan dewam bike. Xebatên me dê ji bo ku em xizmeteke hîn bikonfortir û bileztir pêşkêşî gelê xwe bikin, berdewam bin.”

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery