Koma Xebatê ya Vateyê ya ku ji bo standartkirina kirmanckî (zazakî) xebatan dike, 41’emîn civîna xwe bi mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Amedê pêk anî.
Koma Xebatê ya Vateyê ya ku akademîsyen, nivîskar û mamosteyên di warê zazakî de dixebitin tîne cem hev, 41’emîn civîna xwe bi bernameyeke ku 4 rojan dewam kir li Amedê li dar xist. Di civînê de 25 nivîskar û mamosteyên ji bajarên cuda beşdar bûn.
Koma Xebatê ya Vateyê, ji sala 1996’an û vir ve di civînên xwe yên li Ewropa û Tirkiyeyê de ji bo ku kirmanckî bibe zimanekî nivîskî yê standart, xebatan dimeşîne. Koma ku di civînên xwe yên heta niha de rêzikên rastnivîsînê diyar kirin, li ser zêdetirî 10 hezar peyvên bingehîn û 60 hezar varyantên wan analîzeke hevpar kir.
Di xebatan de pîvanên zanistî yên wekî hevgirtina herêmî, lêkolînên etîmolojîk, berawirdkirina bi zaravayên din ên kurdî û zimanên cîran esas têne girtin. Koma navborî di gelek waran de wekî anatomiya, hiqûq, şaredarî, erdnîgarî, wêje û perwerdeyê de li ser têgînên teknîkî jî xebatan dimeşîne.
Encamên civînê di kovara Vateyê de tên weşandin
Di civînên Koma Xebatê ya Vateyê de mijarên wekî alfabê, nav, rengdêr, cînav, pêşgir, lêker û gihanekan têne nîqaşkirin. Raporên hatine amadekirin bi nêrînên beşdaran tên gotûbêjkirin û bi nêrîna piraniyê biryar tên girtin. Biryarên ku di civînan de hatine girtin, di kovara Vateyê de tên weşandin û bi raya giştî re tên parvekirin.
Kovara Vateyê ku ji sala 1997’an û vir ve tê weşandin, heta niha gihîştiye 82 hejmaran. Her wiha komê berhemên giring ên wekî Ferhengê Kirmanckî-Tirkî, Ferhenga Tirkî-Kirmanckî û Rastnuştişê Kirmanckî jî weşandin.
‘Dîtbarbûna zazakî gelekî girîng e’
Serokê Koma Xebatê ya Vateyê Mehmet Uzun, anî ziman ku kom ji sala 1996’an û vir ve bênavber ji bo standartbûna zazakî dixebite û xebatên xwe bi rêkûpêk di kovara Vateyê de diweşînin.
Uzun diyar kir ku Weşanên Vateyê zêdetirî 150 pirtûkên zazakî çap kirine û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di mijara têgînên şaredariyê de ji wan daxwaza xebatê kiriye. Uzun got, “Em bi Şaredariya Bajarê Mezin re di vê mijarê de bi kêfxweşî û bi hev re dixebitin. Me 6 civînên xwe li ser xebatên têgînên şaredariyê derbas kirin. Bi giştî me 40 civîn kiribûn, ev jî 41’emîn civîna me ye.”
Uzun bal kişand ku dîtbarbûna zazakî û kirmanckî di saziyên wekî şaredariyan de girîng e û destnîşan kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di vê mijarê de xebatên girîng dimeşîne.
‘Em ji bo hevkariyê amade ne’
Uzun anî ziman ku di Koma Xebatê ya Vateyê de endamên ji herêmên cuda, ji Ewropayê, ji zanîngehan û akademiyê hene û got ku ew pêşîniyê didin beşdarên jin jî. Uzun diyar kir ku di pêşketina ziman û veguheztina wî ya ji nifşekî bo nifşekî din de, jinan roleke girîng girtine ser xwe.
Uzun wiha axivî: “Wekî Koma Xebatê ya Vateyê, em her dem ji bo xebatên hevpar ên bi saziyên civaka sivîl û dezgehan re amade ne. Armanca me ew e ku zazakî dîtbartir, standarttir û bi awayekî çalak bê bikaranîn. Em bi Şaredariya Bajarê Mezin re li ser hilberîn û tespîtkirina têgînên kêm berdewam dikin.”
Werger: Omer Dilsoz