11. Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê, di roja xwe ya çaremîn de bi pêşandanên li derveyî salonan û mînakên berbiçav ên şanoya bêpeyv, temaşevan bi ezmûnên şanoyê yên cuda re anî ba hev.
11. Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê bi coş dewam dike. Di çarçoveya festîvalê de lîstika bi navê “CM” ku nivîskariya wê Soran Hosseini û derhêneriya wê jî Sherzad Hassan Radha kiriye, li pêşiya Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat pêşandan.
Performansa li derveyî salonê ku eleqeyeke mezin dît, dûriyên sosyo-çandî yên di nava civakê de û şert û mercên dijwar ên jiyanê yên ku kesên takekes pê re rû bi rû dimînin, anî ser dikê. Lîstika ku têkiliya rasterast bi temaşevanan re danî, bi vegotina xwe ya dînamîk a ku sînorên mekan derbas dike, bal kişand.
Hevşaredar Hatun: Kurd bi çand û hunera xwe li Amedê bi hev re ne
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, lîstika ku li pêşiya Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat pêşandan temaşe kir. Hevşaredar Hatun piştî lîstikê lîstikvan pîroz kirin û got: “Werin em gotineke ku hemû kurd jê hez dikin dubare bikin? Kurd birayên hev in. Kurd îro li Amedê hatin ba hev; bi çand, huner û zimanê xwe her tim zindî ne. Kes nikare ne zimanê me, ne çanda me û ne jî hunera me tune bike; em ê her tim hebin û dewam bikin.”
Zimanê bêdengiyê: “Feathers” (Per)
Yek ji berhemên din ên balkêş ên festîvalê, “Feathers” a ji Filistînê bû. Lîstika ku ji aliyê Shaden Abu Elasal ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê hatiye kirin û ji aliyê Shaden Dance Company ve hatiye lîstin, dîsa li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bi temaşevanan re hat pêşandan.
Performansa ku li ser zimanê fizîkî û têkiliya bêpeyv hatiye avakirin, têkiliya azadî, desthilatdarî û nasnameyê anî ser dikê. Lîstik, dema ku dipirse ka mirov heta çi astê azad e, bi dîmenên berbiçav bandora desthilatdariyê ya li ser nasnameyan nîşan da.
Di vegotina ku çar hebûn tên ba hev de, tevliheviya têkiliyên mirovan û hevsengiya hêzê li hev diçin; çîroka evînê ya ku di navbera du hebûnên serdest û bindest de şekil digire, ji bo temaşevanan qadeke kûr a pirsînê vekir.
Sekretera Giştî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Muabbet Erdogmuş, di dawiya lîstikê de lîstikvan ji bo performansa wan pîroz kirin û plaket pêşkêşî wan kir.
Werger: Omer Dilsoz
